AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 76'an de û girtiyên zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 38'an de berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, diyar kir ku ger ew vî barê wan negire ser milê xwe dê agahiyên şehadetê ji girtîgehan derkevin. Guzel xwest her kes li hemberî xwe dengê Guven bilind bikin û vî barî bide ser milê xwe.
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Berxwed8ana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 76'emîn de berdewam dike. Berxwedana Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 64'an de berdewam dike. Berxwedana grevê ya li Strasbaurg jî di roja 37'ê, Îmam Şîş a li Gallerê di roja 37'an de û berxwedana koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 38'emîn de berdewam dike. Niha nêzî 239 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, der barê armanc û tenduristiya berxwedêrên çalakiya grevê de axivî.
‘NAXWAZIN BERTEKÊN CIVAKÊ BÊN DÎTIN'
Guzel, anî ziman ku çalakiya ku Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin her ku diçe belav dibe û wiha got: "Hevdîtina Malbat û birayê Ocalan mafekî zagonî û hiqûqî ye. Hevdîtin nayê wateya ku tecrîd rabûye. Ji ber ku tecrîd ranebûye berxwedêran jî çalakiya xwe bi dawî nekirin. Divê bi lez daxwazên girtiyan bê bersivandin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Hikûmet bi mudaxalmeyan hewl dide çalakiyên li dijî tecrîdê ji armanca wan dûr bixe û ev çalakî û bertekên civakê neyê dîtin. Dixwaze van piştgiriyên Leyla Guven û girtiyên din asteng bike. Hikûmet naxwaze berteka civakê ya li dijî tecridê bê dîtin."
BINPÊKIRINÊN MAFAN
Guzel, destnîşan kir ku di demên dawî de binpêkirinên li girtîgehan gelek zêde bûne û wiha got: “Li hin girtîgehan vîtamînên B1 nadin girtiyan. Ji bo berxwedana wan bişkîne, daxwazên girtiyan pêk nînin. Pêdiviyên wan nadin wan. Li Girtîgeha Sincanê girtî di yek hucreyê de tên girtin. Bi vê rêbazê dixwazin berxwedana girtiyan bişkînin. Dîsa dema gel ji bo piştgiriya çalakiyên girtiyan dadikevin kolanan mudaxale dikin û naxwazin bertek û nerazibûnên gel bên xuyakirin. Mudaxaleyî heyeta navneteweyî, wekilan û parêzeran kirin. Dixwazin bi van êrîşan berxwedana civakê û bertekên civakê bişkînin."
'REWŞA TENDURISTIYA BERXWEDÊRAN KETIYE ASTA KRTÎTÎK'
Guzel, anî ziman ku kesên dikevin greve di beden û tenduristiya wan de nexweşiyên cuda çêdibin û ev nexweşî û zerarê li bedenê derdikevin holê li gorî temen û rewşa kesan bandora grevê tê guhertin. Leyla Guven 76 rojin di gervê de ye. Rewşa tenduristiya wê ketiye asta krîtîk. Rewşa Guven kritîk e."
‘CPT BÊDENG E'
Guzel, helwesta dewlete û CPT jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Hem dewlet û hem jî CPT li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng in. Divê tewez CPT rewşa çalakgeran li ber çavan bigire û biçin Îmraliyê ziyaret bikin. Bêdengiya CPT nişan dide ku tecrid navneteweyi ye. Nîşan dide ku bi zanebûn bêdeng in. Divê cemawerî û gel jî piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan û Leyla Guven zêde bike. Divê em bawerê ser milê wan hilgirin û li dervê dengê wan bilind bikin. Ger ku em barê wan negirin ser milê xwe dibe ku agahiyên mirinê ji girtîgehan derkevin. Divê hikûmet bi lez dengê çalakgeran bibhîze û berxwedana wan bibîne. Daxwazên wan li ber çavan bigire."
MA / Ozgur Paksoy