* Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azaiyê Mehmet Kamaç, diyar kir ku îtîfaqa partiyên kurd ji bo gel bûye cihê moralekî baş û got: "Tecrîd sûc e. Em ê bi hemû deng û rengên xwe li dijî vê tecrîdê bisekinin. Wê hêzên li hember me jî bibînin ka em li dijî tecrîdê vîneke çawa derdixin holê."
* Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, diyar kir ku divê zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û got: "Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî xweşikî nikare bê pêşandan."
* Dadgeha Îdare ya Amedê, der barê kuştina Helîn Hasret Şen ku li Sûra Amedê di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin, ji bo Wezareta Karê Navxweyî diyar kir "qisûrdar" e û xwest 314 hezar lîre pere bide malbata Şen.
* Parêzer Serhat Çakmak bertek nîşanî mutaalaya der barê xebatkarên Matbaaya Gunê ku dewrî TMSF'ê hat kirin de da û destnîşan kir ku ya tê kirin hiqûqa dijminatiyê ye.
* Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya TTB'ê Cîgerxwîn Polat, diyar kir ku di grevên birçîbûnê de rojên 60'î rojên pir xetere ne. Polat, destnîşan kir ku ji bo heyeteke serbixwe ya bijîşkan rewşa tenduristiya Leyla Guvenê tespît bike serî li dozgeriya girtîgehê dane, lê belê serlêdana wan ji aliyê Wezareta Dadê ve nehatiye qebûlkirin.
* Li Xelfetiyê ji 3 hezar û 187 hezar hilbijêrên hatin qeydkirin hezar û 847 jê li ser 20 daîreyên lojmanên polîsan hatine qeydkirin.
* Li Kampa Penaberan a Telhamûtê li penaberên jin ên sûriyeyî fuhûş hatibû ferzkirin. Lê bel di lêpirsîna îdarî de darazê dest neda kesên navê wan derbasbûyî tenê meleyê kampê, 2 leşker û rêveberekî kampê ji peywirê hatin dûrxistin.
* Hat diyarkirin ku Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê, ji ber li nexweşxaneyê muayeneya bi kelmçe qebûl nekiriye hatiye derbkirin.
* Li Navçeya Navendî ya Şirnexê 9 hezar polîs û esker ne li rê pîvanan hatibûn qeydkirinbin. HDP'ê ji bo betalkirina van hilbijêrên bê isûl serî li YSK'ê da, lê YSK'ê tenê qeyda 745 kesên ku sivîl in betal kir.
* Danişîna Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol û Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan û Hasan Başak, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Platforma Jinan a Dîcle Amed'ê bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin binçavkirin dê li pêş AZC Plaza ya Ofîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Danişîna doza Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gürkan, dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
* Danişîna parêzerên ku piştî komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li pêş Edliyeya Çaglayanê dirûşme berz kirin dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.00)