STENBOL - Xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu ya ku ji ber flamaya kesk, sor û zer li darbesta dayika xwe pêça di 14'ê Çile de hatibû girtin, li ser îtîrazê hat berdan.
Xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Serap Mutlu (70) a ku ji ber flamaya kesk, sor û zer li darbesta dayika xwe pêça bû di 14'ê Çile de hatibû girtin. Parêzerên Mutlu îtîrazî Dadgeha Mazgêrdê kirin û îtîraz hat qebûlkirin. Piştî biryara ku dadgehê da Mutlu ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê hat berdan.