ERZIROM - Bernamzetê HDP'î yê Şaredariya Qereçobanê Yavuz Karabutak ku ji bo hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê serlêdan kiribû, bi sedena cezayê wî teqez bûye hat binçavkirin û girtin.
Bernamzetê Partiya Demkoratîk a Gelan (HDP) yê Şaredariya Qereçobanê Yavuz Karabutak ku ji bo hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê serlêdan kiribû, bi sedena cezayê wî teqez bûye hat binçavkirin û girtin.
Karabulak di ketina navçeya Xinisê ya Erziromê de li nokteya kontrolê ya polîsan hat rawestandin. Piştî nasnameya wî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin, bi sedena der barê wî de cezayê hatiye teqezkirin heye binçavkirin. Karabudak, piştî birin edliyê, li dadgehê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.