COLEMÊRG - Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, qeydên nifûsa eskerên ku li Colemêrg û navçeyên wê peywirdar li navendên bajar û navçeyan kom kirin. Tenê ji bajaroka Bêsosinê 850 hilbijêrên ku esker in, qeyda wan sewqî navendê kirin. Li Bajaroka Bajîrgê ya Navçeya Geverê ku hêjmara hilbijêran 2 hezar û 89 kes in, balkêşe tenê li 2 navnîşanan qeyda 550 kesan heye. Li Şemzînanê jî li yek daîreyê 801 hilbijêr hene.
Bi nêzîkbûna hilbijartina 31'ê Adarê re hîle û lîstikên hilbijartinê yên li Bajarên Kurdan jî yek bi yek derdikeve holê. Îktîdara AKP'ê ku berê bi makarna, sarinç, cilşo û bertîlên din xwest gel dengê xwe bide wan û ji van polîtîkayan encam negirt niha serî li hîleyên din dide. Vê carê esker û polîsên ku herêmê peywirdar wekî hilbijêr li navçe û bajaran qey dike û dixwaze rêjeya dengê xwe ya li herêmê zêde bike. Hemû eskerên li qereqolan wekî hilbijêr nîşan dide û li bajaran qey dike. Heta niha li navenda bajar û navçeyan li hin daîreyan qeyda 801 û 611 hilbijêr derket holê. Li Colemêrgê jî derket holê ku qeyda eskerên li qereqol û alayan li navendê navçe û bajaran qeyd kirine Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede der barê hîle û lîstikên li ser hilbijêran tên lîstin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Dede, diyar kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de xuya dibe ku gel dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxe û dîsa vîna gel dê bi ser bikeve û ji ber vê yekê serî li lîstikên cuda didin û wiha got: "Îktîdara ku rastiya herêmê dibîne serî li hîleyên hilbijartinê dide. Li Navenda Colemêrgê û navendên navçeyên wê bi hezaran nifûsa hilbijêran zêde bûne û ev nifûsa zêde bûye jî di sala dawî de ji derve lê hatiye zêdekirin.
LI NAVENDA COLEMÊRGÊ 3 HEZAR Û 873 DENG ZÊDE BÛYE
Dede, diyar kir ku li Navenda Colemêrgê rêjeyek zêde ya hilbijêran zêde bûye û wiha got: "Li taxa Bulakê ku Fermandariya Cendirmeya Bajar a Colemêrgê û Mala Artêşê lêye, 2 hezar û 350 hilbijêr, li taxa Berçelan a Kişlaya Fatihê lêye, 332 hilbijêr, li taxa Medrese 475 hilbijêr, li taxa Pehlivanê 176 hilbijêr, li taxa Sumbul 95, li taxa Daggol 93 hilbijêr bi giştî 3 hezar û 873 hilbijêr zêde bûye. Nifûsa taxa Medrese 3 hezar û 208 kes in. Lê hêjmara hilbijêran 2 hezar û 953 kes in. Li van taxan li 4 dibistanên cuda Hezar û 500 xwendekar hene. Temenê hemûyan kêmî 18 salî ye. Li taxa Bulakê nifûs 6 hezar û 350 kes in, lê hêjmara hilbijêran 6 hezar û 155 kes in. Li vê taxê tenê 195 kes ne hilbijêr in. Li vê taxê li 5 dibistanên seretayî yên cuda 2 hezar û 800 xwendekar hene. Ev bi xwe nakokiya hilbijêran nîşan dide. Li Gundê Otluca di Hezîranê de hêjmara hilbijêran 1059 kes bûn, niha 448 kes kêm bûne û bûye 611 hilbijêr. "
HILBIJÊR JI NIFÛSA TAXÊ ZÊDETIR E
Dede, bal kişand ser rewşa Navçeya Çelê û diyar kir ku li navçeya Çelê hêjmara hilbijêran ji nifûsa bajar zêdetir e. Dede, anî ziman ku li taxa Emirşaban a Çelê li daîreyekê 247 hilbijêr zêde bûne û 627 hilbijêr hene. Li yek daîreyê 627 deng hene. Li heman taxê li yek daireyê 410 deng zêde bûne û hêjmar gihiştiye 493 hilbijêran. Li taxa Emirşabanê jî nifûs 2 hezar û 961 kes in, lê hêjmara hilbijêran 3 hezar û 577 kes in. Li vir hilbijêr ji nifûsa taxwê zêrdetir in.
Li Gundên di salên 90'an de vala bûne hilbijêr ji nifûsê zêdetir in. Li Gundê Kayalikê nifûs 88 kes, hilbijêr 95 kesin, Li Gundê Kazanê nifûs 10 hilbijêr 14 kes in. Li gunDê Cevizlî nifûs 29, hilbijêr 42 kes in.
LI DU DAÎREYAN 550 DENG QEYD KIRIN
Dede, anî ziman ku li bajaroka Bajirgê ya Geverê jî li 2 daîreyan 550 hilbijêr qeyd kirine û wiha bi dawî kir: "Li Navçeya Geverê di hilbijartina hezîranê de hêmara hilbijêran 72 hezar û 921 kes bûn, niha 3 hezar û 262 hilbijêr zêde bûn û gihişt 76 hezar û 183 hilbijêran. Li Bajaroka Bajirgê di yek daîreyê de 56 hilbijêr hene. Li taxa Îpekê di yek daîreyê de 122 li heman taxê di daîreyek din de 62 û daîreyek din de 132 hilbijêr hene. Lajaroka ku 2 hezar û 89 hilbijêrên wê hene, li 2 daîreyan 550 hilbijêr hene. Li navçeya Şemzînanê li daîreyekê 801 û li daîreyek din jî 611 hilbijêr hene.
LI DAÎREYEKÊ 801 HILBIJÊR HENE
Li taxa Moda ya Şemzinanê jî di hilbijartina Hezîranê de hêjmara hilbijêran 3 hezar û 569 kes bûn, lê niha di hilbijartina Adarê de 988 hilbijêr zêde bûne û gihiştiye 4 hezar û 557 hilbijêran. Li heman taxê li yek daîreyê 801 û li daîreyek din 611 hilbijêr hatine qeyd kirin. Tenê ji bajaroka Bêsosinê 850 hilbijêrên ku esker in, qeyda wan sewqî navendê kirin. Li Gundê Uslu 398 hilbijêr, li Gundê Gelişen 270 û li Gundê Anadagê jî 398 hilbijêr kêm bûne.
MA / Fethi Balaman