AMED - Li navçeya Rezanê du birayên hev Suleyman û Cîhan Avci hatin binçavkirin.
Polîsan şevê din bi ser qehwexaneyekê li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê de girtin û nasnameyên welatiyan di GBT'ê re derbas kirin. Di kontrola hat kirin de, polîsan Suleyman Avci yê 25 salî binçav kirin. Polîsan di heman demê bi ser mala Avci de jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan dîsan bi ser kargeha malbata Avci de jî girtin û birayê wî Cîhan Avci ê 23 salî binçav kirin.
Du birayên hev Suleyman û Cîhan Avci yên hatin binçavkirin, polîsan birin Midûriyeta Polîsan a Amed. Malbata Avci, diyar kir ku polîsan bi hinceta "îxbar heye" bi ser mal û kargeha wan de girtine û lêgerîn pêk anîn.