AMED – AKP'ê hîn jî navê namzetên ji bo şaredariyên navçeyên Amedê aşkere nekiriye. Li gorî îdiayan, sedema taloqkirina aşkerekirina namzetan ew e ku ji hin namzetan pereyekî zêde hatine girtin û ji ber ev kes nehatine nîşandan, namzet nayên aşkerekirin.
AKP'ê ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an qeyûm Atîlla kir namzetê Şaredariya Mezin a Amedê. Lê belê namzetn xwe yên ji bo navçeyên Amedê hîn jî aşkere nekiriye. Tê gotin, ji be rhin pirsgirêkan namzetên navçeyên Amedê nayên aşkerekirin. Hefteya borî diviya bi beşdarbûyîna Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya AKP'ê Efkan Ala bernameya aşkerekirina namzetên navçeyan bihatana lidarxistin, lê belê bername hat taloqkirin.
ÎDIA: 5 MILYON LÎRE PERE
Hat derpêşkirin ku sedema taloqkirina danasîna nazmetên AKP'ê ew e ku ji hin bernamzetan pereyekî pir hatiye stendin. Hat diyarkirin ku kesên beriya bernameya danasînê navê xwe di lîsteyan de nedîtin îtiraz kirine. Li gorî îdiayan, Wezîrê Çandiniyê yê berê û Parlementerê AKP'ê yê AMedê Mehdî Eker 5 milyon lîre pere ji bernamzetên nêzîkî xwe stendiye, lê belê piştî namzetan navê xwe di lîsteyê de nedîtiye pêşêşî serî li AKP'a Amedê û paşê li Navenda Giştî ya AKP'ê dane.
WÊ AKP HEYETÊ BIŞÎNE
Hat diyarkirin ku Navenda Giştî ya AKP'ê jî ji ber vê krîza rû daye civîna danasîna namzetên xwe ku diviya di 13'ê Çileyê de çêbike taloq kiriye. Li gor agahiyên bi dest ketin, wê ji bo çareserkirina krîzê heyeteke ji Navenda Giştî ya AKP'ê bê bajêr.