AMED - Ji mîtînga HDP’ê ya ku di 19'ê Çile de li Amedê bi armanca balê bikişîne ser çalakiya girtiyên ketine greva birçîbûnê û piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê pêk bîne re destûr derket.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet" dê di 19'ê Çile de mîtîngê pêk bîne. Heyeta Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li Walîtiyê dabû. Duh êvarî ji Walîtiyê destûr derket. Mîtînga HDP'ê ya Amedê dê di 19'ê Çile saet di navbera 12.00 û 16.00'an de pêk bê. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval, diyar kir ku walîtiyê destûr da mîtingê û dê mîtîngê di 19'ê Çile Roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 16.00'an de li Qada Îstasyonê pêk bînin. Kaval bang li her kesan kir ku tev li mîtingê bibin û hestiyar tevbigerin.