AMED – Greva birçîbûnê ya Leyla Guven a bêdawî û nedorveger di roja 70’emîn de ye. Keça Guven, Sabîha Temîzkan diyar kir ku rewşa tenduristiya dayika wê ketiye astek krîtîk û wiha bang kir: “Ji bo dayika min êdî girîngiya saetan jî heye. Bêyî bibe dereng divê em deng bidin dengê wê.”
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 70 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Piştî çalakiya Guven, li dehan girtîgehan bi sedan girtiyên din jî dest bi heman çalakiyê kirin û didome.
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
Guven a 70 roj in di greva birçîbûnê de ye ji ber aciziya xwe ya “Hîpofîz Adenomu” divê dermanan bikar bîne, lê ji ber ne bi zikê têr e nikare van dermanan bikar bîne. Tê diyarkirin ku ji ber ku Guven nikare van dermanan bikar bîne talûkeya jiyanî zêde dibe û dibe ev yek bibe sedemê pirsgirêkên nexweşîna mayînde. Li gel vê nexweşiyê Guven pirsgirêkên dîtinê, bêhalî, bêxewî û krampên mîdeyê dijî.
Guven ji ber ku rewşa wê ketiye asta krîtîk zêde nikare derkeve hevdîtina bi parêzeran re jî.
GUVEN BI BIRYAR E
Guven di çalakiya xwe bi biryar e û heta niha ji aliyê hikumetê ve gavek jî nehatiye avêtin. Her çiqas di 12’ê Çile de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk anî jî lê Guven peyamek şand û diyar kiribû ku heta tecrîd ranebe dê bi biryar çalakiya xwe dewam bike.
‘DI DU HEVDÎTINÊN DAWÎ DE MIN WÊ BAŞ NEDÎT’
Keça Guven, Sabîha Temîzkan bi dayika xwe re li girtîgehê û bi rêya telefonê hevdîtinê pêk tîne. Temîzkan got ji ber rewşa tenduristiya dayika wê ketiye astek krîtîk ew bi fikar in. Temîzkan anî ziman ku ew birêkûpêk bi dayika xwe re hevdîtinê pêk tîne û wiha got: “Di du hevdîtinên dawî de min wê qet baş nedît. Ji bilî çavên wê yê ronî jê dibarin wek din tiştek din ku min rehet bike tune ye mixabin. Dema bi min re diaxivî gelek westiyayî bû. Jixwe bi alîkariya hevalên xwe dimeşe. Ji bo ez xemgîn nebim her tim bi hêz xwe dide nîşandan. Lê taqeta wê vê yekê bike jî nîne.”
‘JI BO DAYIKA MIN ÊDÎ SAET JÎ GIRÎNG IN’
Temîzkan da zanîn ku dayika wê êdî nikare avî vexwe û wiha bang kir: “Rewş gelek krîtîk e. Ji bo dayika min êdî saet jî girîng in. Ji kerema xwe û ji kerema xwe bila her kes dengê xwe bilind bike. Dayika min bi awayek dij hiqûqî girtî ye. Ew bi vîna gel hatiye hilbijartin û parlamenterek e. Ji bo aştiyê bi bedena xwe li ber xwe dide. Ji her tişt dereng nebe em deng bidin dengê wê.”