STENBOL - Seroka GOÇ- DER’ê Şefîka Gurbuz a ji ber rapora penabertiyê ya dinavbera salên 1999 û 2001’an de bi raya giştî re parve kir û hat darizandin, li DMME biryar hat dayîn. DMME li gorî madeya 10’emîn a HMME Tirkiye mehkûm kir ku 2 hezar û 500 Euro bide.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo serlêdana Komeleya Çand û Piştevaniya Civakî ya Koçberan (GOÇ-DER) a sala 2009’an biryar da û Tirkiye bi tazmîna madî mahkûm kir.GOÇ- DER’ê di 17’ê Nîsana 2002’yan di civîna çapemeniyê de rapora penabetiyê ya dinavbera salên 1999 û 2001’an de ji raya giştî re eşkere kiribû. Dûre derbarê rêveberên GOÇ-DER’ê de lêpirsîn hatibû vekirin. Di lêpirsîna veguherî dozê de biyar hat û cezayê 2 hezar û 180 TL li Seroka GOÇ-DER’ê Şefîka Gurbuz hatibû birin. Civaknas Mehmet Barût ê rapor amade kiribû jî beraet kir.
Parêzeran piştî biryarê doz di sala 2009’an de şandin DMME’yê. DMME li gorî madeya 10’emîn a Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) bi sûcdariya mafê azadî û ramanê hatiye astengkirin, Tirkiye mehkûmê tezmîneta madî ya 2 hezar û 500 Euro kir.
‘BIRYAREK DERENG MAYÎ YE’
Seroka GOÇ-DER’ê Şefîka Gurbuz, biryara DMME nirxand û got: “Em biryarê erênî dibînin. Lê biryarek pir dereng ma yî ye. Ji xwe me dizanî dê nirxandinek erênî derbikeve holê. Rapora min xwend rastiya li Tirkiyeyê bû. Tu tiştek kêm nebû. Rapora valekirina gundan û welatiyên bi darê zorê hatibûn koçber kirin bû.”
GOÇ-DER, bi biryara KHK’ê ya Hejmara 677’an, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hatibû derxistin, hat girtin.