EDENE - Girtiyê nexweş Orhan Alkiş ku di nav nivînan de ye û raporên wî yên "nikare di girtîgehê de bimîne" û "nikare bi tena serê xwe bijî" hene nayê berdan. Her wiha dozger ji bo Alkiş got "ji bo civakê talûke ye". Parêzer Tûgay Bek jî destnîşan kir ku divê înfaza muwekîlê wî bê taloqkirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan girtiyê nexweş Orhan Alkiş ku felcî ye û di nav nivînan de ye, Saziya Tiba Edlî (ATK) û Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" û "nikare bi tena serê xwe bijî" dan wî, lê belê dîsa jî nayê berdan. Her wiha Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê jî ji bo Alkiş got "ji bo civakê talûke ye."
Parêzer Tûgay Bek jî ji bo berdana muwekîlê xwe Alkiş careke din serî li ATK û dozgeriyê da.
‘BILA KURÊ MIN BÊ BERDAN'
Dayik Hezal Alkiş jî diyar kir ku kurê wê di 2017'an de li Mêrsînê di bûyereke edlî bi çekê birîndar bû û felcî bûye. Dayik Alkiş, diyar kir ku kurê wê di nav nivînan de bû, lê belê dîsa jî hat girtin. Alkiş, anî ziman ku der barê kurê wê de du rapor hene lê belê dîsa jî nayê berdan. Alkiş got: "Li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê hat tedawîkirin. Nexweşxaneyê raporek amade kir û xwest bê berdan. Lê belê ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hat şandin. ATK'ya Stenbolê jî got 'nikare bi tena serê xwe bijî.' Niha nayê dermankirin. Di nav nivînan de ye. Nikare bi tena serê xwe bijî. Em dixwazin bê dermankirin. Eger bê dermankirin wê baş bibe."
‘DIVÊ ÎNFAZA WÎ BÊ TALOQKIRIN'
Parêzer Tûgay Bek jî destnîşan kir ku muwekîlê wî nikare bi tena serê xwe bijî. Bek, bal kişand ser gotina dozger a ji bo Alkiş gotiye û diyar kir ku ne mimkun e ku ji bo civakê talûke be. Bek, da zanîn ku muwekîlê wî li girtîgehê baş nayê tedawîkirin. Bek, bilêv kir ku ger Alkiş di warê fizîkî de baş bê tedawîkirin dibe ku baş bibe. Bek got: "Niha li girtîgehê di warê fizîkî de nayê tedawîkirin. Bi tena serê xwe hin egzersizan dike. Di van şert û mercan de ne mimkun e ku baş bibe. Divê înfaza Orhan Alkiş bê taloqkirin."
Bek, anî ziman ku ji bo muwekîlê wî Alkiş bê berdan wan careke din serî li ATK'ê daye û ew ê bi rapora ATK'ê careke din serî li dozgeriyê bidin. Bek, ji bo tedawiyê xwest muwekîlê wî Alkiş bê berdan.
MA / Hamdullah Kesen