AMED – Oldarê kurd Mele Abdulbarî Tiryakî destnîşan kir ku li ser navê olê tecrîd tê kirin û got: “Sedemê greva birçîbûnê ew e ku du evîndaran ji hev qetandin e. Evîndarek Serokatiya gelê kurd e û evîndarên din jî gelê kurd e. Tu cudahî di navbera evîniya Mem û Zîn û Birêz Ocalan û gelê kurd de tune ye.”
Rojeva sereke ya gelê kurd a li Tirkiyeyê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi vê re jî girêdayî pêvajoya kurd têde derbas dibin gelek girîng e. Çavê hemû dinyayê li ser tecrîdkirina Ocalan û yekîtiya kurdan. Her wiha mijara herî zêde tê axaftin jî yekîtiya neteweyî ya kurd e.
Di çarçoveya vê rojevê de em li gel Seydayê (mele) Kurd Abdulbarî Tiryakî axivîn.
Tiryakî li ser têgeha tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sekinî û got: “Tecrîd têgehek girîng e. Di civaka îslamê de yekemîn car Hezretî Yusuf di zîndanê de tê tecrîdkirin. Tecrîd ji wê çaxê dest pê dike. Ji ber vê yekê em alîgirê mezlûman e. Tecrîda li Îmraliyê tecrîdek herî giran e. Heta niha mînakê vê yekê li cîhanê nehatine dîtin.”
‘LI SER NAVÊ OLÊ TECRÎDÊ DIKIN’
Tiryakî da zanîn ku tecrîdkirina mirovan sûcek li dijî mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Ev him di hiqûqê de û hem jî di olê de wisa ye. Li ser navê olê tecrîdê dikin. Lê di olê de tecrîdkirin xelet e. Di olê de tecrîdkirin tune ye. Ji dîrokê heta îro kesên tecrîdê pêk anîne dawiya wan xûsran bûye. 20 sal e mirovek di yek gravekê de di bin tecrîdê de ye. Mirovekî li wek cihekî Rihayê hatibe dinyayê, li cihek wek Enqereyê mezin bûye, li cihek mîna Amedê hinek peywîrên xwe pêk anî be, mirovek wisa bibî bixî nava behrekê û tecrîd bikî zilmê dide nîşandan.”
Tiryakî diyar kir ku divê li dijî zilmê bi şiklek pîvan û edalet serî rakirin mafek rewa ye û wiha got: “Bi hezaran salan gelên bindest li dijî zordestan serî hildan e. Di dîroka kurdan de Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq serî hilda ye. Çimkî zilm hatiye kirin û wî jî serî hilda ye.”
‘EVÎNA WAN WEK A MEM Û ZÎN E’
Tiryakî bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din û wiha domand: “Li girtîgehan bi pêşengiya Leyla Guven bi sedan girtî di manga birçîbûnê de ne. Ev îradeyek gelek mezin e. Em ji îrade, têkoşîn û berxwedana wan re rêz digirin. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye jî. Di dîroka îslamê de navê Leyla pir pîroz e. Leyla Guven e, Leyla Qasim e û Leyla û Mecnûn in û navên wan pîroz in. Leyla ya hevala Mecnûn jî xwarin nexwariye. Sedemê greva birçîbûnê ew e ku du evîndaran ji hev qetandin e. Evîndarek Serokatiya gelê kurd e û evîndarên din jî gelê kurd e. Tu cudahî di navbera evîniya Mem û Zîn û Birêz Ocalan û gelê kurd de tune ye. Dixwazin ramanên Birêz Ocalan û gel ji hev qût bikin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaza anîna aştî û demokrasiyê û aramiyê ye.”
‘BILA HEVDÎTIN BIDOME Û VEGUHERE MUZAKEREYAN’
Tiryakî got di encama têkoşîna girtiyan û gel de fişarî hat kirin ku hevdîtin li Îmraliyê bi Ocalan re bê kirin û ew hêvîdarin dê hin encamên baş ji vê hevdîtinê derkevin holê. Tiryakî anî ziman ku tu carî kurd di qada şer de têk neçûne û got: “Lê bi bêbextî rastî têkçûnê hatine. Kurd di qada aştiyê de yanî li ser maseyê rastî têkçûnê hatine. Em hêvîdarin dê ev hevdîtin bibin destpêka qonaxek nû ya muzakereyan û lê ne wek serdema pêvajoya çareseriyê ya ku mase hat qelibandin.”
‘PERGALA LI TIRKIYEYÊ PERGALEK XERÎB E’
Tiryakî bal kişand ser pergala birêvebirina Tirkiyeyê û wiha domand: “Pergala birêveberiya li Tirkiyeyê pergalek xerîb e. Bernameyek wan pir xerîb heye. Hem Amerîkayî ne, hem Ewropayî ne, hem Rohilat Navîn e û niha jî Asyayî ne. Di ola îslamê de navê vê yekê durûtiye. Ji ber ku birêvebirên Tirkiyeyê durûne xwe ji tiştekî nakin. Li gorî dilê hemû dewletan polîtîkaya xwe birêve dibin. Hemin ku zimanê me hemû nîşaneya mezinahiya Xwedê ye, lê çima yek ziman û pergala yek kesî tê hat avakirin?”
‘TECRÎD LI PÊŞIYA YEKÎTIYÊ ASTENG E’
Tiryakî li ser yekîtiya neteweyî ya kurd jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Heke ku tecrîd rabe û birêz Abdullah Ocalan destekê bide hêzên din ên kurdan dê yekîtiya neteweyî ya gelê kurd jî nêz be. Bandora birêz Ocalan li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd gelek mezin e. Lê mixabin ku nahêlin fikrên wî ji bo yekîtiyê jî bên belavkirin. Yanî ku tecrîd bê rakirin dê hêzên din ên kurdan jî fikir û ramanê birêz Ocalan sûdê werbigirin. Di esasê xwe de nexweşîna me kronîk a gelê kurd bêîtîfaqiye. Ji serî ve nexweşîna me bêyekîtiye. Neyekbûn û parçebûna kurdan ji bo berjwendiyên xelkê ye. Di yekîtiya kurdan de berjwendiya kurdan heye. Di qetandina kurdan jî berjewendiya hêzên dijminên kurdan û hêzên derve hene. Kurd divê bigihîjin wê astê ku bizanibin yekîtî dê bibe sedema berjwendiyê netewa wan.”
‘BILA ÎTÎFAQ BIBE BINGEHA YEKÎTIYA NETEWEYÎ’
Tiryakî bal kişand ser îtîfaqa partiyên kurd a ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de ku pêk were û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku dê vê îtîfaqa partiyên kurdan a ji bo hilbijartina herêmî bibe bingeha yekîtiya neteweyî ya gelê kurd. Lê divê ku destûr nedin pêçiya kesî bikeve nava vê îtîfaqê. Lazim e hemû berjewendiyên îtîfaqê ji bo kurd û Kurdistanê be. Hêzên derve dixwazin kurdan ji hev biqetînin û wek Fîrawûn li kurdan bikin, da ku kurdan tune bikin. Ewil çanda gelê kurd qedexe dikin û pişt re jî tune dikin. Lê divê kurd li dijî hemû êrîşan xwe bikin yek û zimanek hevpar êdî bikar bînin.”
MA / Bîlal Guldem