STENBOL – Hêjmara betaliyê li gorî salek berê bi pênaseya TUÎK'ê 501 hezar zêde bû. Hêjmara kesên betal isal gihişt 3 milyon û 788 kesan. Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê jî hêjmara kesên betal gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan.
Li gori daneyên TUÎK'ê îsal hêjmara betalan 501 hezar kes zêde bûn. Li gorî vê yekê hêjmara kesên betal gihişt 3 milyon û 788 hezar kesan. Li gorî pênaseya fireh a DÎSK-AR'ê jî hêjmar gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan. Daîreya Lêkolînê ya Konfededrasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK-AR), dijberî daneyên TUÎK'ê daxuyanî da û destnîşankir kir ku hemara betalan ji 501 hezaran zêdetir e. DİSK-AR, da zanîn ku rêjeya ciwanên betal li gorî sala par ji sedî 22,3, rêjeya jinên betal ji sedî 14,7, rêjeya ciwan û tevahiya jinan ji sedî 27,9 zêde bûye. DÎSK-AR'ê da zanin ku di 2017'an de kesên ji bo sîgortaya betaliyê serlêdan kir 1 milyon û 318 kes bûn, lê di 2018'an de hêjmar gihişt 1 milyon û 630 hezar kesan. 292 hezar kes zêde bûn. Di salek dawî de hêjmara betalên bê sîgortan ji sedî 24 zêde bûn. Li gorî pênaseya teng hêjmara betalan 501 hezar kes zêde bûn û hêjmara kesên betal gihişt 3 milyon û 788 hezar kesan. Li gorî pênaseya fireh jî hêjmar gihişt 6 milyon û 351 hezar kesan.