AMED - Welatî Hakki Bat, da zanîn ku ji ber muzika Kurdî guhdar kir, destê wî li pişt wî kelepçe kirin, li erdê dirêj kirin, kemer li qirika wî giredan, serê wî rakirin û gaza îsotê berî çavê wî dan û 12 saetan bê navber îşkence kirin.
Welatî Hakki Bat ê diyar kir ku ji ber ku muzika Kurdî guhdar kir rastî îşkenceya polîsan hat, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê da û got polîsan birayên min Mahsûm, Omer Mazlûm û hevalê min Firat Ûzûnca ên hatin cihê bûyerê jî îşkence kirin.
Mexdûrên bûyerê derbarê îşkeceyeya ya li Taxa Bagcilar a Rezan a Amedê dest pê kir û heya Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê berdewam kir de, li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.
'ÎŞKECEYÊ TEŞWÎQ DIKIN’
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên ne cezakirinê, îşkenceyê û mûameleya xerab teşwîq dike. Îşkece sûcê mirovahiyê ye. Emê bi her awayî alîkariya hiqûqî ya mexdûran bikin. Em dixwazin demildest erkdarên ev sûc kirin ji kar bên bavêtin û derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin. Divê polîsên ku ev îşkence kirin bên girtin û emê mudaxilê vê bûyerê bin.”
'NÊZÎ 50 POLÎSAN HATIN'
Mexdûr Hakki Bat jî di civîna daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dema li kafeya xizmekê xwe rûnişt, ji telefonê muzîka Kurd guhdar kir. Bat, da zanîn ku di wê navberê de 2 polîsên sivîl mudaxileyê wî kirin û jêre gotin “Gelo tu dizanî guhdarkirina muzika Kurdî qedexeye û wiha got: “Li ser vê yekê min got guhdarkirina muzîka Kurdî ne qedexeye. Ji ber vê gotina min polîs bi ser min de meşiyan. Min jî bertek nîşanî wan da. Dûre ji min re gotin ‘Rawestin hûnê bibînin.’ Piştî vê gotinê ji kafê derketin û çûn. Paşê di demek nêzî nêzî 50 polîsan hatin kafê. Pirsa ‘Kê bertek nîşanî polîsan da kirin.’ Min jî got ‘min bertek nîşan da.’ Li ser vê yekê polîsan gaza îsolê bera me dan.”
'ÇAVÊ MIN VEKIRIN Û GAZA ÎSOTÊ BERA DANÊ'
Hakki Bat, îşkenceya polîsan wiha vegot: “Polîsan ji nişkan ve êrîşî min kirin. Ez bi erdê re dirêj kirim û destên min paşve kelepçe kirin. Pêl pişta min kirin, kemer bi qirika min ve alandin û şidandin. Hem bi kemer û jî bi destên xwe serê min ji erdê rakirin, çavên min vekirin û gaza îsotê bera danê. 6 birayên min ên hatin cihê bûyerê jî rastî lêdan û îşkenceya polîsan hatin. Bi heman awayî birayên min jî îşkence kirin. Bi qûntaxa çekê li serê birayê min Mahsûn dan. Birayê min xwest ji ber êrîşê bireve, lê polîsan şarjorek guleyan vale kirin. Dest pê kê çek bera hewayê dan û dûre rast rast gule li birayê min reşandin û wisan binçav kirin. Polîsan di wesayîtê de jî îşkence berdewam kirin û heya em birin Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê îşkece domandin. 12 saetan li me îşkence kirin. Emê şopdarê vê bûyerê bin.”
‘GEFA ÎŞKENCE LI ME KIRIN, LI ME XWARIN’
Bat, da zanîn ku piştî binçavkirin îfadeyên wan li qereqolê hat girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo kontrola tenduristiyê me sewqî nexweşxanê kirin. Berî me derxin mûayeneyê polîsan gef li me xwarin û ji me re gotin ‘Bêjin em ji derenceyan ketin û serê me li erdê ket. Li qereqolê îşkence li me
Birayê mexdûrê bûyer Bat Mahsûn Bat jî bûyer pişt rast kir.