RIHA - Derbarê Osman Şenyaşar ê birayî wî û 2 biraziyên wî ji aliyê xizmên Parlementerê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, ji ber parvekirinên di hesabê wî yê hatibû dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin.
Derbarê Osman Şenyaşar ê birayê wî Haci Esvet Şenyaşar û 2 biraziyên wî Adil û Celal Şenyaşar di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê xizmên Parlementerê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, ji ber parvekirinên di hesabê wî yê hatibû dizîn de, piştî 5 salan doz hat vekirin. Derket holê ku doz bi hinceta parvekirinên sala 2013’an ên hesabê wî yê Facebookê yê hatibû dizîn, hatiye vekirin. 5 sal şûnde, piştî parvekirinên di hesabê hatibû dizîn, Serdozgeriya Komarê ya Riha dervarê Şenyaşar de lêpirsîn da dest pê kirin.
DANIŞÎN DI 14’Ê ADARÊ DEYE
Osman Şenyaşar ê îfadeya wî hat girtin, diyar kir ku hesabê Facebookê yên li ser navê wî di sala 2012’an de hat dizîn û ji wê rojê û şûn de li ser wê hesabê tu parvekirin nekirine. Şenyaşar, da zanîn ku piştî hesabê li ser navê wî hat dizîn, wî hesabeke din ji bo xwe vekiriye. Di çarçoveya lêpirsînê de, Şenyaşar bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” tê sûcdarkirin. Îdîanameya derbarê Şenyaşar de hat amadekirin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat qebûlkirin û danişîn dê di 14’ê Adara 2019’an de bê dîtin.