ENQER - Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo civîna koma HDP’ê bişopîne ya hat Meclîsê, hat binçavkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Guven a 65 salî, ji bo civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bişopîne ji Stenbolê hat Meclîsê, di ketina deriyê Dîkmen a Meclîsê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hat diyar kirin ku Guven bi hinceta lêpirsînekê ku derbarê wê de hatiye vekirin ji bo îfade bide hat binçavkirin.
Polîsan Guven a binçav kirin, birin Edliya Enqerê.