AMED - Di danişîna doza derbarê Parlementerê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen hat vekirin de, şandeya dadgehê daxwaza bila darizandina Bîlgen bêrawestandin red kir.
Danişîna 5’emîn a doza derbarê Parlementerê Partiya Demokratîk Gelan (HDP) ê yê Qersê Ayhan Bîlgen a bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Bi awayekê zelal ji bo sûckirinê tehrîk kirin” û “Gel sewqî beşdar bûna civîn û meşan kirin” hat vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di îdîanameya hat amadekirin de ji 11 salan heya 25 salan cezayê girtîgehê ji bo Bîlgen tê xwestin. Bîlgen beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Bîlgen Reyhan Yalçindag û Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn.
DOZGER JI BO MUTALAYÊ DOSYE XWEST
Ji ber guhertina şandeya dadgehê, îdîaneme dîsan hat xwendin. Dozger, ji bo mutalayê bide, dosye xwest. Parêzerên Bîlgen Yalçindag û Ozdemîr di parastinên kirin de, bal kişandin ser jinûve hilbijartina Bîlgen a ji bo parlementeriyê û xwestin darizandin bê rawestandin.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê, xwest dosy ji Serdozgeriyê Komarê re bê şandin. Şandeya dadgehê daxwaza bila darizandina Bîlgen bêrawestandin red kir û danişîn taloqî 16’ê Nîsanê kir.