STENBOL – Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, der barê rewşa girtiyên ketine greva birçibûnê de agahî da û diyar kir ku girtiyên ketine grevê divê rojê herî kêm 5 îskan av, 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û yek heba vîtamina B1 temîn bikin. Ekmez, xwest di vê pêvajoya krîtîk de bi lez deriyên girtîgehan li heyetên serbixwe yên bijîşkan vekin û heyet biçin kontrola girtiyan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest bi greva biçîbûnê kir û 69 rojin çalakiya girevê ba bê dawî û bêdorveger berdewam dike. 39 girtiyên siyasî ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva biçîbûnê kiribûn kom bi kom zêde bûn û îro li zêdeyî 40 girtîgehan bi tevlêbuna 228 girtiyên siyasî çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger berdewam dike. Têkildarî tenduristî û rewşa girtiyan Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, agahî dan.
‘TIRKIYE NE BIYANIYÊN GREVÊN BIRÇÊBÛNÊ YE'
Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Murat Ekmez, anî ziman ku li gelek welatan ji bo parastin û destxistina mafan çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin û wiha got: "Di salên dawî de bi taybeti li îngîlîstan, Îrlanda, Filistin û Tirkiye çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê di sala 1975’an de Danezana Tokyo belav kirin. Piştre danezana Lizbon û Malta îmze kirin. Ekmez, diyar kir ku li gorî Danezana Malta kesên ku dikevin grevê heta hişê wan li serê wan be, divê bêyî vîna wan xwarin û vexwarin bi zorê neyê dayîn. Tirkiye ji bo grevên birçîbûnê ne welatekî xerîbê van çalakiyan e. Di 40 salên dawî de di van çalakiyan de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Seqet man. Em weki odeya tabîban girîngiyek mezin didin vê çalakiya dawî. Li gelek girtîgehên Tirkiye nêzî 228 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Niha Leyla Guven 69 rojin di grevê de ye. Rîsta tenduristiya Gunen her ku diçe krîtik dibe. Çalakiyên grevê rêbazek daxwaza maf e. Ji bo daxwazên xwe bînin ziman û dengê xwe bidin bihîstin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Disa gelek cerebeyên cîhanê hene. Di van çalakiyan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane. Em wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk mafê jiyanê di ser her tiştî re dibînin. Em hemû dixwazin ku ev grev bi encamek neyînî bi dawî nebe.
Dr. Murat Ekmez, der barê rewşa tenduristiya girtiyên ketine grevê de jî agahî dan û wiha got: "Kesên ketine grevê divê rojê herî kêm 5 îskan av, 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û yek heba vîtamina B1 temîn bikin. Li Tirkiye kesên dikevin greva birçîbûnê pêdiviya wan a vexwarinê diyar e. Av, Şekir, xwê, lîman û vîtamîn e. Ji bo tenduristiya wan nekeve rewşek krîtîk divê rojê herî kêm 5 kevçiyê xwarinê şekir, 2 kevçiyê çayê xwê, 1 kevçiyê şêranî karbonat û hebek vitamîna B1 tev li 5 îskanên avê bikin û vexwin. Divê rojê heba vîtamîna B1 a 500 miligram bixwin. Ji ber ku piranî vîtamîna B1 tune ye, kompleksa Vîtamînê B di navde heye dixwin. Di her hebekê de 250 miligram vîtamîna B1 heye. Ji ber vê yekê divê rojê 2 hebên vîtamîn bixwin. Divê bi taybetî vîtamînên B1 li xwe kêm nekin. Yên ku dikevin grevê û vîtamîna B1 li xwe kêm bikin nexweşiyên Wernicke Korsakoff bi wan re pêş dikeve. Girtiyên dikevin vê çalakiyê piştî roja 30'emîn rîskên jiyanî yên tenduristiyê dest pê dikin.
'DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN KONTROLÊ'
Ekmez, destnîşan kir ku kesên dikevin grevê piştî demekê nikarin tiştên rohn vexwin û êdî hem serê wan gêş dibe û hem jî mahdê wan li hev dikeve û wiha bi dawî kir: "Di demên pêş de dibe rewşê xerabtir pêş bikevin. Ji ber vê yekê divê bi lez heyetên bijîşkan ên serbixwe karibin biçin girtîgehan tenduristiya girtiyan kontrol bikin. Ger ku di nava şert û mercên baş de neyên girtin û bi rêk û pêk neyên kontrolkirin dibe ku enfeksiyon jî bistînin û bûyerên nexweş pêş bikevin. Xwedê neke dibe ku bi mirinê jî bi encam bibe. Birêz Leyla Guven 69 rojin di grevê de ye. Herî dawî ji ber tenduristiya xwe nekarîbû biçe sersaxiya dayika xwe jî. 10 rojên dawî nikare derkeve hevdîtina parêzeran jî. Ev nîqan dide ku tenduristiya wê ketiye rewşek krîtîk. Hekîmê girtîgehê kîye çiqas dikare bibe bersîva hemû rewşên krîtîk em nizanin. Ji ber vê yekê divê bi lez heyetek serbixwe ya hekîman bê avakirin û deriyê girtîgehê li heyete bê vekirin. Me xwest Koma Şopandinê bê avakirin. Lê Wezareta Dadê ev daxwaza me red kir. Di nava hefteyê de vê carê Yekîtiya Tabîbên Tirk serlêdan kir. Em li benda bersîva Wezareta Dadê ne. Tişta em ji dewlet û Wezareta Dadê dixwazin ewe ku destûr bidin heyetên bijîşkan ên serbixwe ku karibin biçin li girtîgehan çavderî û lekolîn bikin."
BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ
Ekmez, destnîşan kir ku hem temênê Guven mezin e û hem şertên girtîgehê granin û ji ber vê yekê tenduristiya Guven dikeve rewşek krîtîk. Divê hem dewlet û hem hemû kesên derve erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Divê her kes dengê xwe bilind bike. Me wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê grevên birçîbûnê de pirtûkên agahdariyê amade kirine. Em dê van pirtûkan ji hemû girtîgehên Tirkiye re bişînin da ku rêveberiyên van girtîgehan li van pirtûkan binerin. Dîsa em dê ji dozger, midûrê înfazê û hekîman re bişînin. Di van pirtûkan de mafê girtiyên ketine grevê çine û agahiyên der barê grevê de tên parvekirin. Me wekî TTB Lijneya Şopandinê ava kiriye. Em dixazin ev astengiyên li pêş vê Lijneya Şopandinê bên rakirin.
MA / Sadiye Eser