AMED - Rêxistina ESP’ê ya Herêmê, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 69 rojin berdewa dike û xwest tecrîda li Îmraliyê demildest rabe.
Rêxistina Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) ê ya Herêmê, daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 69 rojin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewa dike û piştgirî da çalakiya Guven. ESP’ê di daxuyaniya da de bal kişand ser hevdîtina 12’ê Çileya ya bi Oclan re hat kirin û wiha got: “Encamên erênî ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, derketin holê. Hêdî hêdî encam dide. Saziyên tevgera azadiya gelê Kurd, nûnerên girtiyan û parlementera me Leyla Guven bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku ewê tavîz nedin rêbazên mijûlbûne. Divê rêya hevdîtinê ya bi Ocalan re were vekirin.”
'RIHÊ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ’
ESP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê tecrîda mûtlaq a li Îmraliyê rabe. Em daxwaz dikin ku mafên hiqûq, polîtîk û tenduristiya Ocalan bên parastin û bikevin bin ewlekariyê. Welatparêzên sosyalîst weke duh, dê îro jî bi rihê têkoşîna yekbûyî, bi şîara ‘Leyla Guven mafdare, divê tecrîd bê rakirin’ dê li ber xwe bidin.”