MÊRSÎN – Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, detsnîşan kir ku ji ber AKP ji aştî û demokrasiyê ditirse, li hemberî daxwazaên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwe li ker û lalîtiyê daniye û got: "Eger tecrîd bê şikandin wê bayê aştiyê hêl bibe û wê hikûmeta AKP'ê jî ji îktidara xwe bibe."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 69'an de didome. Her wiha li gelek girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, destnîşan kir ku ew xwedî li daxwaza Guvenê û girtiyan derdikevin û xwest dawî li tecrîdê bê.
Surucu, anî ziman ku daxwaza Guvenê ji bo Tirkiyeyê temînata aştiyê ye û got: "Ji bo Tirkiye ji vê aloziyê xelas bibe û ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin divê dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê tev de dizane ku aştiyeke mayînde bi Birêz Ocalan re pêkan e." Surucu, destnîşan kir ku daxwaza Guvenê ji bo vê yekê û got: "Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza gelê tirk û kurd e."
LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ
Surucu, bilêv kir ku rewşa Guvenê di asteke krîtîk de ye û êdî xweşikî nikare hevdîtinê bi parêzeran re jî bike. Surucu got: "Vîna gelan Leyla Guven li ber çavê cîhanê dihele. Girtina Guvenê ne rast e. Demidlest divê bê berdan. Çimkî hevala me Leyla vîna gelê Colemêrgê ye. Lê di nav çar dîwaran de ye."
‘AKP DITIRSE'
Surucu, destnîşan kir ku AKP bi alozî û şeran li ser piya ye û ji ber van polîtîkayan daxwazên Guvenê esas nagire. Surucu, anî ziman ku lê belê tevî hemû astengî û çewisandinan jî gel xwedî li Guvenê derdikeve. Surucu got: "Wexta ev êrîş çêbûn, em hay ji vê çêbûn. Hikûmeta AKP'ê ji van daxwazan ditirse. Êrîşa li hemberî van daxwazan, di asasê xwe de êrîşa li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Loma nahêlin gel bên cem hevdu. Tirsiyan ku gel xwedî li Leyla Guvenê derkeve. Ji zêdebûna van daxwazan ditirsin. Çimkî pir ji şikandina tecrîdê ditirsin. Eger tecrîd bê şikandin wê bayê aştiyê hêl bibe û wê hikûmeta AKP'ê jî ji îktidara xwe bibe. Eger dawî li tecrîdê bê wê dawî li vê aloziyê jî bê. Lê belê hikûmeta AKP'ê hebûn û pêşeroja xwe li gor aloziyê plan dike. Bi van tiştan li ser piyaye. Loma naxwaze dawî li aloziyê bê û di polîtîkaya neçareserkirinê de israr dike. Ji ber AKP baş hay ji vê yekê heye, li hemberî daxwaza Guven û girtiyan xwe li ker û lalîtiyê datîne."
‘WÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE'
Surucu, destnîşan kir ku tevî hemû astengî û çewisandinan jî ew li cem Guvenê ne û got: "Wê ev têkoşîn berdewam be. Gelê me jî di vî warî de hesas e. Em ê li her derî mîtîngan li dar bixin. Daxuyaniyan bidin. Me gotibû daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Ji bo dawî li vê aloziyê bê û aştî çêbibe em ê jî bixebitin. Em ê di 19'ê mehê de mîtîngeke mezin li dar bixin û em ê tecrîdê bişikînin. Bi vî awayî em ê daxwaza Leyla Guven û girtiyan pêk bînin. Ji ber vê heta daxwaza bên qebûlkirin bang li gelê me dikim ku bitêkoşin."
MA / Ergîn Çaglar