BEDLÎS - Par ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin. 3 malbatên din jî ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li Dozgeriya Bedlîsê dan. Malbatan, destnîşan kir ku ji bo hestiyên zarokên xwe bigirin ew têdikoşin.
Di 22'yê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê leşkeran Goristana Xerzanê rûxandibûn û 267 cenazeyên PKK'yiyan ji goristanê derxistibûn û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Zêdetirî salekê ye malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe tev digerin û xwestin cenazeyên wan bidin wan.
SALEKE LI BENDA CENAZEYÊN XWE NE
Mecbûre Elma, ku ji bo cenazeyê keça xwe Nadîre Elma ya di 93'yan de tev li PKK'ê bûye û piştî 6 salan şûnde jiyana xwe ji dest daye bigire serî li dozgeriyê da. Elma, bilêv kir ku 4 sal berê cenazeyê keça wê li Goristana Xerzanê hatiye definkirin. Elma, anî ziman ku ew li Stenbolê dimînin û her ku dihatin herêmê serdana goristanê jî dikin. Elma, destnîşan kir ku gora keça wê hebû û li ser gorê nasnameya wê hebû û got: "Zêdetirî salekê ye cenaze derxistine. Em cenazeyên xwe dixwazin. Ji bo em hestiyên zarojên xwe bigirin em têdikoşin."
‘DOZA ÇI LI MIRIYAN DIKIN'
Kasim Tok jî ji bo cenazeyê kurê xwe Nazim Tok ku di 1991'ê de tev li PKK'ê bûye serî li dozgeriyê da û got: "Heta 1994'an jî me xeber jê digirt. Lê ji ber wê salê hatim girtin êdî min tu xeber jê negirtin. Piştî ji girtîgehê derketim, ji ber gundê me hat şewitandin em mecbûr man çûn Stenbolê. Paşê hayê me jê çêbû ku jiyana xwe ji dest daye." Tok, anî ziman ku wan agahiya ku di 1994'an de komek PKK'yî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane girtiye û yek ji wan jî kurê wî bûye. Bav Tok, anî ziman ku wan di 2013'an di dema pêvajoya aştiyê de cenaze dîtiye û li Goristana Xerzanê defin kiriye.
Bav Tok got: "Goristana Xerzanê rûxandin û cenaze birine. Di tu dîn û wijdanî de ev tişt tune ye. Doza çi li miriyan dikin? Em ji Stenbolê hatin û me ji bo nimûneyêx wîn da. Em dixwazin demildest cenazeyên me bidin."
Şemsettîn Yilmaz, bavê Ozlem Yilmaz ku di 1994'an de tev li PKK'ê bûye û paşê jiyana xwe ji dest daye, jî serî li dozgeriyê da. Yilmaz, destnîşan kir ku paşê wna bihîstiye keça wî li Goristana Xerzanê hatiye definkirin û doza cenazeyê keça xwe kir.