* Rojnamevan Metîn Bekîroglû, bi îdiaya bi xeta telefonê ya 14 sal berê betal kiribû, li ser medyaya civakî parvekirin kirine hat girtin. Bekiroglû 55 rojn di girtîgehê de ma, paşê karê wî ji destê çû û dû re jî beraat kir.
* Par ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin. 3 malbatên din jî ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe serî li Dozgeriya Bedlîsê dan. Malbatan, destnîşan kir ku ji bo hestiyên zarokên xwe bigirin ew têdikoşin.
* Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, detsnîşan kir ku ji ber AKP ji aştî û demokrasiyê ditirse, li hemberî daxwazaên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwe li ker û lalîtiyê daniye û got: "Eger tecrîd bê şikandin wê bayê aştiyê hêl bibe û wê hikûmeta AKP'ê jî ji îktidara xwe bibe."
* Parlementerê HDP'ê Saît Dede, destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo bibe dengê daxwaza gel bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dede got, ji bo parastina mafê jiyanê ya Guven û girtiyan diê daxwazên wan bên qebûlkirin.
* Girtiyê nexweş Ûmût Beyaz ku çavekî wî nabîne, ji ber nayê dermankirin hindik maye ji çavê xwe yê din jî bibe. Birayê wî Huseyîn Beyaz xwest birayê wî bê tedawîkirin.
* Pêşangeha bi navê "Ji bo Jin Bijîn" balê dikişîne ser cinayetên jinan. Di pêşangehê de 19 jinan bi 30 çîrokên cuda tecrûbe û ezmûnên xwe yên jinatiyê vegotin.
* Krîza aborî bandor li Sîteya Pêlavanan a Işikkentê kir. Ji ber krîza aborî gelek atolye hatin girtin û gelek kes jî betal man.
* Li Serêkaniyê, peywirdarên ewlehiyê yên erdê TÎGEM'ê diyar kirin ku li nav erd çi bê dizîn hemû ji meaşê wan tê birîn.
* Platforma Şaxan ên KESK'ê yên Stenbol, Enqere, Îzmir û gelek bajarên din bi armanca balê bikişînin ser enflasyonê û qîmeta meaşê wan ê winda dibe dê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtîgehên herema Marmara û çalakiyên greva birçîbûnê dê li avahiya xwe civina çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Înîsiyatifa Zindanan a Marmara, bi armanca balê bikişîne ser rewşa çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dê li Qada Bajar a Gebze daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Partiyên komêm wan li meclîsê dê civînên hefteyî pêk bînin û geşedanên di rojevê de binirxînin.