AMED - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 69'an de berdewam dike.
Hevseroka Kogreya Civaka Demokratîk KCD'ê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di 8'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kiribû di roja 69'an de çalakiya xwe berdewam dike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven duh name ji Jinnewsê re şandibû diyar kiribû ku heta bi temamî tecrid rabe dê çalakiya xwe berdewam bike. Çalakiya Nazir Yagiz li Hewlerê, çalakiya 226 Girtiyên siyasî li 40 girtîgehan û çalakiya nûnerên rêxistinên demokratîk ên Ewropa jî li Parîsê ya bêdawî û bênavber û çalakiyên dorveger yên li Silêmanî, Mexmûr û Şengalê jî berdewam dikin. .