KOCAELÎ - Hevseroka Giştî ya BDP'ê û Parlementera HDP'ê ya berê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak ragihandin ku ew ê sibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ya berê û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira ragihandin ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Sebahat û Selma, diyar kirin ku ew ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 68 roj e li dijî tecrîdê daye destpêkirin dest bi grevê dikin. Sebahat û Selma îro piştî hevdîtina ku bi malbatên xwe re kirin bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya ku wê li dar bixin ji raya giştî re ragihandin.
Daxuyaniya ku li ber girtîgeha Kandrayê hat dayîn wiha ye: "Çalakiya ku hevala me Leyla Guven li dar xistiye roja 68'emîn li dû xwe hiştin. Berxwedana bi belavbûna li girtîgehan berdewam dike. Daxwaza Leyla Guven ne kesane civakî ye. Daxwaza bi milyonan kurd û kesên demokrasiyê dixwazin e. Em jî ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin ji 15'ê Çileyê de dest bi gereva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dikin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya me berdewam bike.
Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo daxwazên berxwedêran bên qebûlkirin têkoşînê mezin bikin û bibin piştgir."