AMED - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî qeydên hilbijêran ên zêde li Sêrt, Çewlîk, Colemêrg, Bedlis û Êlihê li dijî qanûnan bi cih kirine, daxuyanî da. Beştaş, xwest heta 17'ê Çile her kes biçin qeydên xwe kontrol bikin. AKP her tiştî dike. Li navnîşanekê Hezar û 108 hilbijêr qeyd kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, têkildarî nelirêtiyên qeydên hilbijêran ên li bajarên Kurdistanê li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê Tiryakî, diyar kir ku ew dixwazin her kesî der barê hilbijartinê de hişyar bikin. Me ev yek di hilbijartina 24'ê Hezîrane de dît. Li navçeya Hozatdê ya Dersimê di sindoqa hêjmar 1016'an de 9 hilbijêr hene, lê 85 hilbijêran deng li wir avêtiye. Li navçeya Elke ya Şirnexê di sindoqa hêjmar 1025'an de 24 hilbijêr hene, lê 162 kesan deng bikar anîye. Gelek mînakên bi vî rengî hene.
Tiryakî, anî ziman ku kesekî li Amedê tê girtin wan dişînin girtîgehên Silivrî, û bajarên din û nikare dengê xwe li herêma xwe bikar bîne. Tiryakî, bang li hemû hilbijêran kir ku heta 17'ê Çile biçin qeydên xwe kontrol bikin û yên şaş rast bikin.
LI NAVNÎŞANEKÊ HEZAR Û 108 HILBIJÊR QEYD KIRIN
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş jî diyar kir ku wan sindoq bi sindoq belge lêkolîn kirin û wiha got: "AKP her tiştî dike. aşkere diziyê dike. Heta niha hilbijartina demokratîk pêk nehat. Li navnîşanekê Hezar û 108 hilbijêr qeyd kirin. Em her tiştî dişopînin. Em dê van şaşî û nelirêtiyan teşîr bikin. Li Kolana Komando ya Êlihê li daîreya hêjmar 366'an 189 hilbijêr, li Çewlîkê li deriyê hêjmar 26 224 hilbijêr, li Bedlisê li kolana Çevreyolu li navnîşanekê 338 hilbijêr, li navnîşanek Colemêrgêjî Hezar û 108, li Çelê li navnîşanekê 627 hilbijêr hatin qeydkirin. Ji ber vê yekê divê her kes biçin qeydên xwe kontrol bikin."