AMED-Li navçeya Sûrê ji ber pîrozbahiyên sersalê 8 HDP'î ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Balkêş bû ku di dema îfade girtinê de polîsekî gotiye "Ez jî Kurd im li ez pîrozbahiya sersalê cara yekem ji we dibihîsim." Li ser vê gotinê HDP'iyan jî gotin "Wê demê tu ne Kurdî."
Gelê Kurd li gorî salnameya Rûmî di 13'ê Çile de Ser Salê pîroz dike. Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sûrê ya Amedê bi çalakiyan xwestin Ser Salê pîroz bikin. Lê ciwan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û derb kirin. Polîsan piştre ciwan binçav kirin. Hevseroka Navçeya Sûrê ya HDP'ê Sevim Coşkun, Endmên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Havva Bilbik, Mustafa Suat Şenci, Şefika Yuruk, Berxwedan Yeni, Murat Kılıç û Mustafa Şimşek hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Sûkê ya Navçeya Sûrê.
POLÎS: EZ CARA YEKEMÎN DIBIHÎSIM
Balkêş bû ku di dema îfade girtina ciwana de polîsekî gotiye "Ez jî Kurd im li ez pîrozbahiya sersalê cara yekem ji we dibihîsim". Li ser vê gotinê HDP'iyan jî gotin "Wê demê tu ne Kurdî."
8 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.