AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 68'an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiribû, di roja 68'an de berdewam dike. Tenduristiya Leylayê her ku diçe xerabtir dibe. Ji ber tenduristiyê ji 4'ê Çileyê heta niha Leylayê nikare bi parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne. Leylayê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû biçiya şîna dayika xwe Cevriye Guven jî.
Piştî Leyla Guven di 8'ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir di 27'ê Mijdarê de jî girtiyên PKK û PAJK'ê jî dest bi greva 10 roj dorveger û bê dawî kirin. 30 girtiyên li girtîgehan di 16'ê Kanûnê de dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirin û kom bi kom ev pêl zêde bû. Niha 226 girtiyên siyasî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger berdewam dikin. Dîsa li Firansa, Silêmanî û Hewlerê jî bi heman armancê çalakiya grevê ya li dijî tecrîdê didome.