NAVEND NÛÇEYAN - Serokê Amerîka Donald Trump li ser hesabê Twîtterê gefê li Tirkiyê xwar û got: "Ger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyeyê bike, emê aboriya wê têk bibin û emê herêma ewlekariya 20 mîllîm ava bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, li ser hesabê xwe yê medya civakî da xuya kirin ku dest bi pêvajoya paşve kişandina Sûriyeyê kirine û wiha got: "Ger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyeyê bike, emê aboriya wê têk bibin û emê herêma ewlekariya 20 mîllîm (32 kîlometre) ava bikin." Trûmp, di heman demê de ji Kurdan jî xwest Tirkiyeyê provoka nekin.
Dewama daxuyaniya Trûmp a li ser Twîtterê wiha ye: "Me dest bi vekişîna pir dereng mayî ya ji Sûriyeyê dest pê kir. Di heman demê de bi awayekê hişk em li DAIŞ'ê li herêmê mayîn didin. Ger dîsan xwe kom bikin, emê dîsan êrîşî wan bikin. Ji polîtîkayên DYA'yê yên dem dirêj ên li Sûriyeyê li DAIŞ'ê dixe, herî zêde Rûsya, Îran û Sûriyê sûdê werdigrin. Me jî sûd girt, lê êdî dem hatiye ku leşkerên me vegerin mala xwe. Êdi dawî li ŞERÊN DAWIYA WAN TUNEYE bînin.