ENQERE – Li navçeya Navendî ya Îdirê li mala polîsan a 38 odeyî 374 hilbijêr qeyd kirin.
Beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019’an nelirêtî, lîstik û hîleyên li dijî pîvanên hilbijartinê roj bi roj derdikevin holê. Berê li Sêrt, Şirnex, Riha û Nîgdeyê li ser navnîşanekê bi sedan hilbijêr hatin qeydkirin. Niha jî li Îdirê derket holê ku li heman navnîşanê bi sedan hilbijêr hatine qeydkirin. Derket holê ku li navçeya Navendî ya Îdirê li mala polîsan a 38 odeyî 374 hilbijêr qeyd kirin. Di pergala Kontrola Navnîşana Malan ya ku Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) da partiyên siyasî de derket holê ku li Mala Polîsan a li Kolana Işin a Taxa Sogutlu ya Navçeya Navendî ya Îdirê 374 hilbijêr hatine qeydkirin. Di pergalê de hat dîtin ku piraniya hilbijeran mêrê temenê wan di ser 25 salî re ne. Di pergalê de ji hilbijêran tenê 7 kes li ser nifûsa Îdirê qeydkirî ne. Kesen hatine qeydkirin piranî temenê wan 29-45 salî ne. Balkêş e mêvanxane tenê ji 38 odeyan pêk tê. Piştî YSK'ê lîsteya hilbijêran li muxtariyetan di navbera 4-17'ê çile de daliqandin û derket holê ku li ser xaneyekê hêjmarên zêde hilbijêr hatine qeydkirin, nûnerên partiyan serî li YSK’ê dan. YSK’ê jî têkildarî nelirêtiyên qeydan giştîname şand ji hemû Saziyênk Hilbijêran ên Bajar û navçeyan re. Yên ku li wê navçeye rûnanên dê qeyda wan bê cemidandin. YSK'ê di 12'ê çile de daxuyanî da û diyar kir ku piştî tahkikatê yên li cihê lê dijîn rûnanên dê qeydê wan bên cemidandin.
MA / Berivan Altan