MÊRDÎN - Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Guney, diyar kir ku tecrîd encex bi berxwedanê ji holê rabe û got: “Çawan ku em karibin bi hevre li ber xwe bidin, emê wê demê karibin bi wan jî gavê paşve bidin avêtin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dabûn dest pê kirin, didome.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 12’ê Çile de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hedîtin kir Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê Ebrû Guney, derbarê tecrîdê û greven birçîbûnê de axivî.
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÊDÎ PERGALEKE’
Gunay, baş kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan tecrîda herî giran û dirêj a cîhanê ye. Tecrîda heyî 20 sal li paş xwe hiştin. Aliyên xweser ên vê tecrîdê hene. Tecrîda li Îmraliyê êdî pergaleke. Ev pergal, pergaleke ku nayê qebûl kirine. Yên ku dikevin nava wê da diqurtine û mecbûrî jiyana xwe dike. Rejîmeke înfazê ya wê derê heye û çi dibe bila bibe, mirov neçare ku li gorî wê tevbigere. Êdî tecrîd bûye rêbazeke rêveberiyê.”
'ENCEX BERXWEDAN KARIBE TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKE'
Gunay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di şexsê Ocalan de Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tecrîd dikin. Tekane rêya bi dawî kirina tecrîdê, di berxwedanê re derbas dibe. Helwesta desthilatdariyê ya derbarê tecrîdê de pir hişke. Di sala 2012’an de jî çalakiyên greva birçîbûnê hatin lidarxistin. A ku karibe vê hişkbûna li Îmraliyê bişkîne çembera berxwedanê ye. Ev pir zelale. Berê jî em ev dît. Di grevên birçîbûnê yên sala 2012’an de jî em ev dît.”
‘GAVA EM BI HEVRE LI BER XWE BIDIN EMÊ TECRÎDÊ BIŞKÎN IN...’
Gunay, da zanîn ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2012’an de ew li Girtîgeha Amedê girtî bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştgiriya gel a ji bo greva birçîbûna girtiyan pir girînge. Wê demê gel kom dibû û me dengê wan dibihîst. Vê yekê morla û motîveyek mezin dida me. Bêguman dengê berxwedanê tim heye. Gava ku em bi hevre li ber xwe bidin, emê karibin bi wan paşve gavê bidin avêtin. Îro ji girtîgehan banga berxwedaneke mezin heye. Dema ev deng bi derve re bibe yek, dê tecrîd bişike.”
MA / Ahmet Kanbal