AMED – Li Licê dolmîşek hatibû gulebaran kirin. Di lêpirsîna têkildarî dolmîşê de Dozgeriya Licê diyar kir ku gulebaran kirin bi şaşîtî pêk hatiye. Dozgeriya Amedê jî balkêş e ku bi hêceta îdiayek razber e biryara neşopandina dosyeyê da.
Di 15’ê sibata 2017’an de li navçeya Licê li ser rêya Licê û Amedê maşîneyek eskerî dolmîşek rêwiyan gulebaran kiribû û ji ber gulebaranê camên dolmîşê pekiyabû li Ozgur Atagun ketibûn û bi sivîkî birîndar bibû. Lê wekî din tişt bi kesî din nehatibû. Têkildarî bûyerê du lêpirsînên cuda hatin birêvebirin. Dozgeriya Licê ku lêpirsîn birêve dibir bûyerê spart rapora pispor û diyar kir ku gulebaran bi şaşîtî pêk hatiye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîna birêve dibir bi hêceta îdiaya hatiye gotin razber e û herêm bi “tengezarî ye” û îdia kir ku muhtemel heye ku gule ji aliyê PKK’yan ve hatibe berdan.
Yek ji van mexdûrên bûyerê jî Metîn Bekaroglu ye ku di kêliya bûyerê de ji ber dengê gulebaranê guhek wî kerr dibe. Dosyeya Bekîroglu jî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat birêvebirin. Bekîroglu li dijî neşopandina biryara dadgehê dosyeya biribû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).
MA / Lezgîn Akdenîz