STENBOL – Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku di van şertên krîzê yên zor de çav berê bursa wan jî dane û gotin: “Fiyetên fotokiyan gelek biha bûne. Êdî em di kişandina fotokopiyan de jî zehmetiyan dikişînin.”
Li welêt krîza aborî bandorê li ser her beşên civakê dike. Şertên krîza aborî barek giran da ser pişta xwendekaran. Bi zemkirina her cûre pêdiviyên jiyanê re kelûpelên dibistanê jî biha bûne. Bi van zemkirinan re fotokopiyên xwendekaran jî zem kirin e. Xwendekar ji bo dikaribin xerca xwe ya dibistanê çareser bikin niha bi şiklê part-time dixebitin. Her çiqas xwendekar dişixûlin jî lê bi pirsgirêkên cuda re hevrû dimînin.
Xwendekarên jin ên endamên Pîrebokên Kampûsê behsa bandora krîzê ku li ser wan dike kirin.
‘BURS JÎ ZÊDE TÊ DÎTIN’
Endama Pîreboka Kampûsê Arzû Sert diyar kir ku bi krîza aborî re li dijî karker û xwendekaran êrîşên cuda pêk tên û got: “Vê pergalê ango Serokomarê welat bursek ji bo me jî tê dayîn zêde tê dîtin. Dixwazin her kesî xizan bikin û ji birçiya bikujin.”
'ÇAV BERDANE BURSA XWENDEKARAN JÎ’
Xwendekara Zanîngeha Pamukkale Dîlan Îpek jî destnîşan kir ku xwendekar di bin bandora krîza aborî de man e û got: “Dewletê îro çav berdaye bursa xwendekaran jî. Ev jî dide nîşandan ku krîza aborî çiqas kûr bûye. Dema mirov diçe kîjan kargehan hemû xwendekar lê dixebitin. Jixwe malbatên xwendekaran feqîr in û nikarin destekê ji wan bigirin. Em jî neçarin li kargehan bixebitin. Fiyetên fotokopiyan jî gelek biha bûye. Êdî em nikarin fotokopiyan jî bikişînin. Krîza li Tirkiyeyê jî wisa bandorê li ser xwendekaran dike.”
Îpek anî ziman ku ev demek e hundirê akademiyan hatiye valakirin û êdî xwendekarên bi nêrînên cuda jî di bin zextan de ne.
‘KRÎZ XWE DI BIHABÛNA FOTOKOPIYAN DE NÎŞAN DIDE’
Xwendekara Zanîngeha Mustafa Kemal Fatma Ardal jî li dijî krîza aborî wiha got: “Em xwendekar bi awayek şênber krîza aborî dijîn. Dema em diçin kirtasiyeyê bihabûna fotokopi û bihabûna hemû tiştên li marketê xwe dide nîşandan. Em di pereyê berîka xwe pir aşkere krîzê dibînin. Divê em bi her awayî têkoşînê bikin û divê em jinên xwendekar xwe bikin yek û di her mijarê de bi ser bikevin.”
MA / Necla Demîr – Servet Karaduman