ÎZMÎR – Li Zanîngeha Egeyê ji ber di sala 2013’an de xwendekarên nêrînên wan li dij hev in pevçûn derket, der barê 44 xwendekaran de doz hat vekirin. Dozger tenê der barê xwendekarên wek “çep-dabeşkar” diyar kir îdianame amade kir.
Di 19’ê kanûna 2019’an de li Kampûsa Bornova ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê di navber xwendekarên nêrînên wan li dijî hev e pevçûn derketibû. Piştî 5 salan dozgeriyê ji 44 xwendekaran re îdianame amade kir. Dozger xwendekaran wek “Koma dabeşkarên çepgir” pênase kir û bi îdiayên “Zirar dane malê cemaweriyê” û “Li dijî qanûna hejmara 2911’an muxalefetê kirin e” doz li wan vekir. Di îdianameya hat amadekirin de koma nijadperest a tê gotin ji 800 kesî pêk dihat cih negirtin.
Tevî ku 5 sal derbas bûne jî dadgeha Îzmîrê îdianameyê qebûl kir. Îdaname li gorî îfadeyên polîsan hat amadekirin.
'NIJADPEREST BÊGUNEH HATINE NÎŞANDAN’
Yek ji van xwendekarên der barê wê de doz hat vekirin Gamze Yentur da zanîn ku doza piştî 5 salan li wan hat vekirin ew wek “îronîk” pênase dike û got: “Bi van dozan dixwazin xwendekaran çavtirsandî bikin. 800 xwendekarên nijadperest êrîşî me 150 xwendekarên çepgir kir, lê navê koma nijadperest di îdianameyê de derbas nabe. Nijadperestan bêguneh hatine nîşandan. Ev îdianame hemû ji îfadeyên polîsan pêk tê. Em li dijî vê dozê destek dixwazin.”
Danişîna ewil a dozê dê di 29’ê Çile de li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê bê dîtin.
MA / Nîmet Olmez