* Rojnameger Îrfan Aslan, diyar kir ku DYA li herêma Sûriye dixwaze xwe wekî hêza "Rizgarger" bide qebûlkirin, lê Kurd jî dixwazin şaşiya sedsalê rast bikin û li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin.
* Li Zanîngeha Egeyê ji ber di sala 2013’an de xwendekarên nêrînên wan li dij hev in pevçûn derket, der barê 44 xwendekaran de doz hat vekirin. Dozger tenê der barê xwendekarên wek “çep-dabeşkar” diyar kir îdianame amade kir.
* Li Licê dolmîşek hatibû gulebaran kirin. Di lêpirsîna têkildarî dolmîşê de Dozgeriya Licê diyar kir ku gulebaran kirin bi şaşîtî pêk hatiye. Dozgeriya Amedê jî balkêş e ku bi hêceta îdiayek razber e biryara neşopandina dosyeyê da.
* Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku di van şertên krîzê yên zor de çav berê bursa wan jî dane û gotin: “Fiyetên fotokiyan gelek biha bûne. Êdî em di kişandina fotokopiyan de jî zehmetiyan dikişînin.”
* Koma Xwendinê û Helbestê yên Amedê ji bo sersalê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de behsa kevnşeopiya sersalê hat kirin. Lîstikên kurdî hatin pêşandan, govend hat gerandin û helbest hatin xwendin.
*Parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Mehmet Ruştu Tîryakî, dê li avahiya partiya xwe ya Amedê derbarê ewlekariya hilbijartinê û qeydên hilbijêran de daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)
*3’yemîn danişîna doza Çapxaneya Gun ku TMSF'ê dest danî ser malên wê û 21 xebatkarên wê girtî tên darizandin dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Aslî ya Stenbolê bê dîtin. (13.00)
*Sendîkaya Karkerên Înşeatê, dê têkildarî 9 endamên xwe yên hosteyên ceyranê ku li Ceyrana HS Rîng dixebitin û ji kar hatin avêtin de, li ber Yekîneya Koordînasyona Projeya Stenbolê ya li Beyazîtê daxuyanî bide çapemeniyê û ji kar derxistina hevalên xwe şermezar bike. (10.00)
* Li navçeya Qilaban a Şirnexê, dê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîna gel bê lidarxistin. (14.00)
*Dê li Navenda Giştî ya HDP'ê, Belgeya Mafê Astengdaran bê eşkerekirin. (15.00)