ÊLIH - Namzetê Hevşaredariya Êlihê yê HDP'ê Sabrî Ozdemîr ku di mudaxeleya polîsan de hat binçavkirin hat berdan.
Li Êlihê girseya ji rêveber û endamên HDP'ê û DBP'ê pêk dihatin xwestin bi meşekê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin. Polîsan mudaxeleyî meşê kiribû û Namzetê Hevşaredariya Êlihê yê HDP'ê Sabrî Ozdemîr binçav kiribûn. Piştî ku Ozdemîr îfade da Miduriyeta Polîsan a Êlihê hat berdan.