STENBOL - Polîsan Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Zeytînbûrnû, Uskudar û Çekmekoy yên Stenbolê binçav kirin.
Polisan Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Zeyntînbûrnû Samet Ayas, Hevserokê navçeya Uskudar Hakki Cengîz, Hevserokên navçeya Çekmekoy Selma Korkmaz û Halîl Salik binçav kirin. Polîsan bi hinceta ku Ayas belavokên têkildarî tecrîdê yên li wesayîta xwe zeliqandine binçav kir. Polîsan Cengîz jî bi hinceta pankartên li avahiya navçeyê zeliqandine binçav kir. Ayas birin buroya Ewlehiya Fatîh a Sîrkecî, Cengîz jî birin Midûriyeta Polisan a Uskudar, Korkmaz û Salik jî birin qereqola navenda Çekmekoyê.