HEWLER - Çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ê 54 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, diyar kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.
Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Hewlêrê ji aliyê Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ve dest pê kir, di roja 54'an de ye. Rewşa tenduristiyê ya endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, nebaş dibe. Yagiz ji Rojnewsê re axivî û anî ziman ku heta tecrîdkirina Ocalan bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne. Yagiz bang li saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê kir û got: "Ji bo rakirina tecrîdê bila hewl bidin. Zêdeyî 3 sal in Ocalan bi rengekî giran tecrîdkirî ye." Yagiz diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe û got: "Bedena min roj bi roj hinekî din qels dibe. Lê belê ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ji bo tenduristiya Abdullah Ocalan divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenterên HDP'ê yên girtî ne, divê werin berdan."