NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, yên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, diyar kirin ku ew qîma xwe bi 'piçikên azadiyê' nîne û wiha got: "Berxwedana me heta bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo wê bidome."
Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ku 28 roj in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, daxuyaniyeke nivîskî da. Înîsiyatifê diyar kirin ku ji ber ku doh bi şev birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, pêwîstî dîtin ku daxuyaniyekê bidin û wiha got: "Bêguman em kêfxweş û bi moral in ku piştî demeke dirêj me agahî ji Rêber Apo girt. Me careke din dît; her ku berxwedan geş dibe encam jî dikare jê bê stendin. Lê belê armanca bingehîn a berxwedana me ew e ku tecrîd bi her awayî ji holê rabe û Rêber Apo azad bibe. Tevî ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatibe kirin jî tecrîd hîn dewam dike. Ji xwe faşîzma AKP'ê sala 2016'an jî hevdîtineke bi heman rengî dabû kirn û xwestibû pêşî li berxwedanê bigire. Niha jî heman dek û dolabê digerîne û ji bo berxwedanê têk bibe, îradeya gelê me bişikîne rêbaza şerê taybet xistiye dewrê. Ev hevdîtin wê motîvasyona me ya çalakiyê zêde bike. Em baş zanin ku di bingeha her destketiyên gelê Kurd de çanda berxwedanê ya tevgera me heye. Destketî wê ji niha û pê ve jî bi berxwedanê bê afirandin.
Bi navê endamên 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' yên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, em ê qîma xwe bi piçikên azadiyê nînin. Berxwedana me heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê dewam bike. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora vê berxwedana li dora Rêber Apo li hev bicive û berxwedanê geş bike."