STENBOL - Malbat, heyet û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha bi hincetên “keştî xera be ye", "muxalefeta hewayê heye", “Cezayê dîsîplînê xwariye", "OHAL heye" û sedemên wekî wê rastî astengiyên serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê tên. Mehmet Ocalan piştî 852 rojan hêj nû bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heta niha hemû hevdîtin piştî çalakiyên Kurdan pêk hatine. Lê kurd dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Ocalan karibe serbest bi heyet û nûnerên saziyên civakî re hevdîtinan bike.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 852 rojan hêj nû duh bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir. Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên kurd li Amedê dest pê kirin hevdîtin pêk hat. Piştî çalakiya kurdan a li dijî tecrîdê Mehmet Ocalan çû Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê u bi Ocalan re tenê carekê hevditni kir. Piştî wê hevdîtinê tecrîdkirina mutlak a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam kir. Piştî ku Heyeta Îmraliyê di 5'ê Nîsana 2015'an de û Mehmet Ocalan jî di 11'ê Îlona 2016'an de hevdîtin pêk anîn carek din bi Ocalan re hevditin pêk nehat. Parêzeran jî piştî di 27'ê Tîrmeha 2011’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin ji wê demê heta niha hêj nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin.
Hemû serlêdanên malbat û parêzeran heta hewldana 15'ê Tîrmeha 2016'an bi hinceta “koster xerabe ye", "Keştî di tamîrê de ye" dihat astengkirin. Piştî OHAL hat îlankirin vê carê bi hinceta OHAL'ê serlêdan hatin astengkirin.
Piştî 50 siyasetmedaran çalakiya greva birçîbûnê pêk anî di 11'ê Îlona 2016’an de Mehmet Ocalan tenê carekê hevdîtin kir Piytî vê hevdîtinê parêzer û malbatdan 102 caran serlêdan kirin. Serdozgeriyê piştî 19'ê Tîrmeha 2018’an
li şûna astengiyên berê û OHAL'ê vê carê astengiyên nû derxist pêş. Serdozgeriyê beriya 14'ê Îlona 2018’an dîsa bi hincetên berê yên wekî “koster xera be ye", "muxale hewayê heye”, “keştî di tamîrê de ye" red kir. Piştî 14'ê Îlonê jî vê carê sedemên darazî derxistin pêş. Bi hinceta Ocalan rastî cezayê dîspînê hatiye serlêdan red kirin. Parêzeran di 14'ê Îlonê de serlêdan kirin û di 17'ê Îlona 2018'an de jî bi hinceta Ocalan ji aliyê Midûriyeta Înfazê ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ve rastî cezayê dîsîplînê hatiye red kir. Ocalan heta 3 mehan bi hinceta cezayê dîsîplînê rastî astengiyan hat. Lê der barê cezayê dîsîplînê û naveroka wê de teblîgat ji parêzeran re nehat şandin.
Dadgeriya Înfazê yê Bûrsayê, daxwaza malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a hevdîtina bi Ocalan re ji 14'ê Îlona 2018’an û virde bi hinceta Ocalan rastî 3 meh cezayê "dîsîpînê" hatiye red dikin. Tevî ku cezayê dîsîplînê di 14'ê kanûnê de bi dawî bû jî dîsa serlêdanan red dikin. Li gel ku parezeran ev yek îtîraz kir jî dadgeriyê, vê carê diyar kir ku cezayê dîsîplînê ne di 14'ê îlonê de di 19'ê cotmehê de dest pê kiriye.
Heri dawî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Ocalan di 8'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Girtiyên siyasî jî bi heman armancê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bêdawî kirin. di 16'ê Kanûnê de jî koma ewil dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kir. Piştre li Ewropa û Başûr çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kir. Piştî çalakiyên li kolanan û girtîgehan zêde bûn duh Mehmet Ocalan tenê 15-20 dakîqayan hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê siyasetmedarên kurd diyar kirin ku ev hevdîtin tenê der barê tenduristiya Ocalan de ye û nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Ocalan heta niha bi tu awayî ji telefon, faks, name û amûrên din ên ragihandinê sûd negirtiye û di bin tecrîda mutlak de dijî. Dîsa salê 24 caran hevdîtina girtî û 12 caran jî hevditina vekirî sûd negirt.
Ocalan mafê hevdîtina bi malbatê re ya salê 24 caran piştî sala 2010'an tenê 8 caran, di sala 2011'an de tenê 2 caran, di 2012'an de tenê 1 carê, di 2013'an de 11 caran, di 2014'an de tenê 8 caran hevdîtin kir. 90 caran jî mafê hevdîtinêhat astengkirin. Di 2015'an de jî malbatê tu carî hevditin pêk neani.
'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' ku 28 roj in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, daxuyanî da û diyar kir ku heta tecrid bi dawî bibe dê çalakiya wan jî bidome.
TECRÎD DIDOME
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin, daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Pêngava me ya berxwedanê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', li her qadê belav dibe û didome. Li zindanan bi sedan girtî bi biryardarî di greva birçîbûnê de ne. Li çar parçeyên Kurdistanê û derevyî welat, gelê me çalakiyên greva birçîbûnê, meş û xwepêşandanan li dar dixe. Bi van rê û rêbazên dewlemend ên çalakiyan, berxwedana me ya azadiyê her belav dibe. Lê belê eşkere ye ku hevdîtina 12'ê Çileyê, nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Lewma zext û pêkanînê faşîzane yên li Îmaraliyê li dijî rêber Abdullah Ocalan didomin. Lewma pêngava me ya ku me weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin' dan destpêkirin didome. Divê hevrê, gel û dostên me şaş fêhm nekin. Hevdîtina 12'ê Çileyê, di rastiya xwe de ji bo sabotekirina vê pêngava me ya 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin', ji hêla desthilatiya AKP-MHP'ê ve weke hewldaneke şerê psîkolojîk hatiye pêkanîn.