ŞIRNEX - Parlementê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, di civîna gel a li Cizîrê hat derxistin de axivî û got: “Hevdîtina kurt a duh bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin, nayê wê wateyê ku tecrîd hatiye rakirin.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, civîna gel hat lidarxistin. Civîn li salona konferansê ya avahiya Rêxistina HDP’ê pêk hat. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamê MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tunç û gelek weletatî beşdarî civînê bûn.
‘DIVÊ EM XWEDÎ BERXWEDANA DÎROKÎ DERBIKEVIN’
Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç di civînê de axivî û wiha got: “Bi pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan, qezencên gelê Kurd dikin hedefê. Di şaxsê Leyla Guven de, berxwedanek dîrokî destpê kiriye. Emê em bi hêzek mezin xwedî vê berxwedanê derkevin.”
‘DIXWAZIN BERXWEDÊ VALE DERBIXIN’
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyên Kaçmaz jî, zextên li bajarên Kurd îro bandorê li hemû welat dike û wiha bilêv kir: “Kurdan di saya bedelên mezin dan, hin qezenc bidest xistin. Dixwazin van qezencan tune bikin. Bi taybetî bi tecrîda li ser Ocalan vê dikin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî 853 rojan çû hevdîtina birayê xwe. Mehmet Ocalan duh daxuayniyek kurt da. Bi vê dixwazin berxwedanê vale derbixin. Hevdîtina kurt a duh bi Ocalan re hat kirin, nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye.”