STENBOL - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, diyar kir ku divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde û got: “Saziyên mafên demokrasî û azadiyê diparêzin, ji bo ku daxwazên Leyla Guven bê qebûlkirin divê bikevin nava hewldanan.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 67’an de berdewam dike. Piştî Guven, 35 girtiyan li 6 girtîgehan di 16’ê Kanûnê, 20 girtiyan li 5 girtîgehan di 17’ê Kanûnê, 4 girtiyan di 20’ê Kanûnê, 66 girtiyan li 16 girtîgehan di 26’ê Kanûnê, girtiyekê di 28’ê Kanûnê, 94 giriyan li 22 girtîgehên cuda di 5’ê Çile û 5 girtiyan jî li 2 girtîgehan di 6’ê Çile de, ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Seroka Giştî ya Partiya EMEP’ê Selma Gurkan û Berdevkê Partiya Pêşeroja Çep a Keskan Sînan Tûtal derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Guven û girtiyên siyasî de axivin.
'EM GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BI AWATE DIBÎNIN’
Berdevkê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sînan Tûtal, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê Tirkiye têbikoşe û wiha got: “Divê pirsgirêka heyî bi lez û bez bê çareswer kirin.”
‘DIVÊ EM DINAVA HEWLDANAN DEBIN’
Seroka Giştî ya Partiya EMEP’ê Selma Gurkan jî, da xuya kirin ku daxwazên Gevn mafdarin û wiha bilêv ki: “Daxwazên Guven meşrû û mafdarin. Pirsgirêka Kurdan êdî bûye pirsgirêka demokratîk a vî welatî. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê li ser esasê mafê demokratîk gav bên avêtin. Saziyên mafên demokrasî û azadiyê diparêzin, ji bo ku daxwazên Leyla Guven bê qebûlkirin divê bikevin nava hewldanan.”