MÊRDÎN - Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag ku ereb e, diyar kir ku dê rêveberiya şaredariyê jî wekî nexşeya Mêrdîn rengîn be û di navde çanda ereb, kurd, suryanî û nasnameyên din hebe. Altindag, da zanîn ku ew dê di 31'ê Adarê de rêveberiyek nû ava bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên 40 şaredariyan aşkere kir. Namzetên din jî dê di rojên pêş de aşkere bike. Yek ji şaredariyên namzetên wan hatin aşkerekirin yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Namzeta ereb Fîgen Altindag û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin e.
Namzeta Hevşaredariyê ya Mêrdinê Fîgen Altindag, ji navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ye û ereb e. Altindag ku ereb e û dayika 2 zarokan e, demek dirêj li Edeneyê di Rêya Trênê ya Tirkiye (TCDD) kar kir. Altindag ku demekê li Herêma Çukurovayê karmendiya dewletê kir, piştî demekê dîsa vegeriya Mêrdînê û dev li xebaten siyasetê bû. Di rêveberiya hin komeleyên alîkarî û çandê de cih girt. Altindag ku niha li navçeya Mahsertê dijî, wekî aktîvîsta mafên mirovan çalak tev digere. Altindag, piştî wekî namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
‘DIVÊ RÊVEBERÎ WEKÎ RENG Û NASNAMEYA BAJAR RENGÎN BE'
Altindag, destnîşan kir ku bo gelên heremê vîna bi hevre bijîn û vê vînê pêş bixe bin baneyê HDP'ê de xebatê dimeşîne û wiha got: "Ez tu carî ji partiyê qut nebûm. Piştî pêşniyar û daxwaza hevalan min biryar da ku bêtir berpirsiyariyê bidim ser milê xwe. HDP partiya jinê û partiya ciwanan e. Ev aliyê partiyê bêtir min dikişîne nava xwe. Vîn û nasnameya jinê ku li vir derdikeve pêş ji bo min bêtir girîng e."
Altindag, anî ziman ku Mêrdîn cihekî pir çandî û pir nasnameyî ye û ew dê rêveberiya Şaredariyê jî wekî reng û nasnameya Mêrdîn rengîn bikin. Altindag, destnîşan kir ku ji bo rêveberiyek demokratik dê têbikoşin û wiha bi dawî kir: "Mêrdîn rêveberiyek demokratîk heq dike. Em şaredariyek ku gel bêje 'Ev şaredariya me ye' esas digirin û diparêzin. Ji bo vê yekê emê têbikoşin. Em dê şaredariyek ku hîtabi hemû beşên civakê û kesan bike ava bikin û pêş bixin. Piştgiriya ku jin bide me pir girîng e. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin herî zêde jin bûn hedef. Herî zede mafê jinê hat binpêkirin. Em bang li hilbijêrên jin dikin ku li gel dengdayînê bêtir di nava xebat û xizmeta şaredariyê de cih bigirin. Divê jin mil bidin hev bû bi hevre têkoşînê xurt û mezin bikin. Em qala Şaredariya Jinê dikin. Divê vîn û rengê jinê bêtir bê xuyakirin. Dema qeyûm tayîn bû ewil saziyên jinan girt. Bû şaredariya mêran. Hîtabî mêran kir. Divê di 31'ê Adarê de gel li vîna xwe xwedî derkevin. Ji ber ku qeyûm vîna gel xezp kir. Divê gel di hilbijartinê de vîna xwe ji destê qeyûm derxin."
MA / Ahmet Kanbal