AMED - Li ber deriyê apartmanekê ya Peyasê di qutiyek kartonê de cenazeyê zilamekê nasnameya wî ne diyar hat dîtin.
Li ber deriye apartmanekê ya taxa Peyas a navçeya Peyas a Amedê, di qutiyek kartonê de cenazeyê zilamekê nasnameya wî ne diyar hat dîtin. Hat texmîn kirin ku zilamê cenazeyê wî hat dîtin di navbera 50 û 55 salî deye. Li gorî agahiyan, welatiyan duh bi şev dîtin ku ji kartona li ber deriye apartmanê xwîn diherike, agahî dan xwediyên avahiyê. Niştecihên avahiyê yên qutiya kartonê vekirin, rastî cenazeyekê parçekirî hatin. Welatiyan dûre agahî dan polîsan. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku cenaze aîdê zilamek 50-55 saliye û kesê nasnameya wî nehat diyar kirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî.
Lêpirsîna darbarê bûyerê de hatibû dest pê kirin, berdewam dike.