STENBOL – Hat îdiakirin ku Ahmet Gerez (55) dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatiye kirin hatiye îşkencekirin û wî xistine hucreya yekkesî.
Hat îdiakirin ku Ahmet Gerez (55) ku nêzî 20 sal in girtiye, dema 9 roj berê ji Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatiye kirin, di rê de û li girtîgehê hatiye îşkencekirin.
Xwişka wî Zozan Gerez, diyar kir ku birayê wê 20 sal berê hat binçavkirin û paşê hatiye girtin û di dema girtinê de bi ceryanê hatiye îşkencekirin û asît bi ser canê wî de hatiye rijandin. Gerez, anî ziman ku wexta birayê wê sewqî Trabzonê hatiye kirin di rê de û li girtîgehê hatiye îşkencekirin û wî xistine hucreyeke yekkesî.
WÎ XISTIN HUCREYÊ
Gerez, bilêv kir ku bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: "Wexta geriya nikaribû biaxive. Bi zor û heft bela tiştên hatin serê wî gotin. Di dema sewqê de hatiye îşkencekirin. Wexta wî birine Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê jî hatiye derbkirin û paşê hatiye îşkencekirin. Hîn jî tê îşkencekirin. Dest danîne ser kincên wî. Wî xistine hucreyeke yekkesî. Cihê lê dimîne sar e, lê belê dîsa jî kincên wî nadin."
Gerez, anî ziman ku piştî ev qas salan cara ewil e birayê wî tiştên li girtîgehê hatine serê wî bi wan re parve kiriye û got: "Ji bo em li ber nekevin, 20 sal in tu tişt ji me re nedigot. Lê belê nexwe ev car zêde tahde lê hatiye kirin ku bi me re parve kir. Di telefonê de got 'Dengê min ragihînin. Zêde tahdê li medikin. Min xistine odeyeke sar. Kincên min nadin min.' Wê ji ber van pêkanînan roja duşemê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bike."
Gerez, anî ziman ku ji ber vê rewşê şik û gumanên wan hene û bang li raya giştî kir. Gerez got: "Dixwazim dengê min û birayê min bê bihîstin. Ne girtîgeh e, îşkencexane ye. Em bang li hemû rayedaran dikin, bila dawî li vê îşkenceyê bê." Gerez, diyar kir ku ew ê têkildarî vê rewşê di 14'ê Çile de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin.
Li ser vê em li girtîgehê geriyan, lê belê rayedarên girtîgehê diyar kirin ku tiştekî wisa tune ye.