NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê di roja 26’an de didome. Ji bo meşa sibê ya li Parîsê jî amadekarî tên kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 26’an de berdewam dike. 14 kesên ku Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav bi biryar û ziyaretên gel û nûnerên rêxistinên civakî berdewam dike. Têkildarî tenduristiya çalakgeran Dr. Fahrettîn Gulşen, diyar kir ku ji hinek çalakvanan kîloyên zêde dane û rêjeya xwînê di nava livînê de ye. Gulşen, da zanîn ku êdî li dijî ronahiyê û deng hesasyetek jî derdikeve holê. Ji bo piştgirîkirina çalakiya grevê ji gelek bajaran berê xwe didin Strasboûrgê. Ji bajarên Dortmûnd, Essen ên Elmanyayê komeke Kurdistanî serdana çalakiyê kirin.
Li ser navê komên ji Dortmûnd û Essenê hatin axaftin hatin kirin û daxwaz hete kirin ku di mijara grevê de divê hestyar bin. Komek ji bajarê Lyon ê Fransayê jî berê xwe dan Strasboûrgê û ji bo piştgiriya çalakiyê serdana çalakvanan kirin. Gelek Kurdistaniyên ji bajarê herêma Grand-Est û Strasboûrgê jî serdana çalakiyê kirin.
Duh jî Kurdistaniyên ji bajarên Mannheîm, Stûttgart, Heîlbronn, Freîbûrg, Offenbûrg û Kehl, dîsa bajarên Selestat û Parîs ên Fransayê serdana çalakvanan kirin. Li aliyê din hunermend Dogan Dogan û hurmendê herêmî yê bi navê Rezan berê xwe dan Strasboûrgê, serdana çalakiyê kirin. Di dema serdanê de stranên şoreşgerî pêşkêşî çalakvanan hatin kirin. Rojan e Stêk TV, Medya Haber dîsa Aryen TV, Ronahî TV weşanên asayî yên li Strasboûrgê bi temaşevanên xwe re parve kirin.
SIBE LI PARÎSÊ NE
Amadekariyên mezin ên ji bo ‘Meşa Mezin’ a ku wê sibe li Parîsê bê kirin dewam dike. Hate ragihandin ku li gel Strasboûrgê ji bajarên Mûlhoûse û Saînt Avold saet 11:00’ê şevê otobûs wê ber bi Strasboûrgê bikevin rê. Dîsa li ser navç çalakvanan wê hinek çalakvan tevlî meşê bibin.