Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin

  • rojane
  • 15:41 11 Çile 2019
  • |
img
NAVEND NÛÇEYAN - Zêdetirî 100 rewşenbîrên qada navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar bang li dewleta Tirk kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî rabike. 
 
Zêdetirî 100 rewşenbîrên qada navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar bang li dewleta tirk kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bînin. Rewşenbîran got ku dewleta tirk Rêgezên Mandela binpê dike û bang li qada navneteweyî jî kirin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku van rêgezan bi cih bîne.
 
Di nav de Prof. Immanuel Wallersteîn, Prof. Davîd Graeber Prof. Norman Paech, Denîs O’Hearn, Prof. Karîane Westrheîm û Isabel Kaeser jî di nav de zêdetirî 100 rewşenbîran, ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em, weke kesên li jor îmzeyên wan hene bang li dewleta tirk ku normên Rêgezên Mandela yên ji hêla mafên mirovan û navneteweyî de esas tên girtin di asta herî jor de binpê dike, dikin ku di serî de lîderê kurd Abdullah Ocalan,  dawî li tecrîda li ser girtiyên siyasî bîne. Hemû cureyên tecrîdê, di çarçoveya Rêgezên Tevgerên Hindiktirîn ên Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Mandela) teqez qedexe ne. Li gorî van rêgezan, ji 15 rojan zêdetir mehrûmkirina girtiyan a ji têkiliya bi mirovan re ya 22 saetan an jî zêdetir  a a di hucreyê re jî, weke tecrîd tê pênasekirin.”
 
‘Tirkiye derbasî rejîmeke otorîter bû’
 
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji roja revandina Abdullah Ocalan a di sala 1999’an de heta niha, ev 20 sal in tecrîda di hucreyê de ya li ser Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê berdewame û ev tişt hatin gotin: “Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan jî bêyî ku agahî jê bên girtin, kete sala 3’yan. Di vê naverê de, piştî têkbirina hewldanên ji bo aştiya kurd û tirkan, Tirkiyeyê şer û zexta siyasî ya li ser kurdan zêde kir. Bi zêdekirina zexta li ser partiyên siyasî û girtina pêşengên kurd ên siyasî re Tirkiye derbasî rejîmeke otorîter bû.”
 
‘Tecrîd binpêkirina herî giran e’
 
Rewşenbîran daxuyand ku tevî ku Leyla Guven weke parlamenteraka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye hilbijartin jî di girtîgehê de tê girtin. Di daxuyaniyê de çalakiya Guven a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku di roja 65’emîn de didome tê bibîrxistin û ev tişt tên parvekirin: “Çend roj berê jî zêdetirî 150 girtî ji bo piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re ketin greva birçîbûnê. Di heman demê de 14 siyasetmedarên kurd û li bajarê Strazburg ê Fransayê ketin greva birçîbûnê û çalakiya wan didome. Hejmara girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de 260 hezar kes derbas kir. Saziyên mafên mirovan dibêjin ku binpêkirina mafên mirovan zêde bûne. Tecrîd, yek ji binpêkirinên herî giran e.”
 
Bang li qada navneteweyî kirin
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya greva birçîbûnê rê li ber zirarên mezin vedike û daxuyanî wiha dom kir: “Em, kesên ku li jêr îmzeya wan hene ji bo ku ev bêedaletiye bi dawî bibe, parçeyek ji  tevgera piştevaniyê ya girseyî ne. Di çarçoveya maf û rûmeta mirovahiyê de, em dixwazin ku demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê bi dawî bibe da ku ev grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li ser Tirkiyeyê bikin da ku li gorî Rêgezên Mandela tevbigere û ji bo pêkanîna van rêgezan bikeve nava liv û tevgerê.”
 
Navên kesên ku daxuyanî dane
 
Navê kesên  ku daxuyanî îmze kirin wiha ne: “Prof. Immanuel Wallersteîn – USA; Prof. Davîd Graeber – UK; Raúl Zîbechî – Uruguay; Prof. Norman Paech – Germany; Prof. Andrej Grubacîc, Chaîr Anthropology and Socîal Change Department CIIS, San Francîsco; Denîs O’Hearn, Dean of Lîberal Arts, Professor of Socîology – Unîversîty of Texas; Prof. Ana Cecîlîa Dînersteîn, Department of Socîal and Polîcy Scîences Unîversîty of Bath; Orsola Casagrande, Journalîst; Alessandro Spînazzî, Italy; Salvadore Palîdda, Genova Unîversîty – Italy; Seamas Carraher, Poet and Wrîter – Ireland; JM Arrugaeta Hîstorîan and Journalîst – Basque Country; Debra Werblud, Vîsual Artîst, US; Vîctorîa Sandîno Senator FARC – Colombîa; Alexandra Narîño FARC Party Executive – Colombîa; Borîs Guevara Fîlm Dîrector – Colombîa; Angelo Baracca, Unîversîty of Florence – Italy; Jesús Marîa Aldaîturrîaga Egîa LAB – Basque Country; Emanuele Leonardî, Researcher – Italy; Gîovannî Gîacopuzzî, Wrîter – Italy, Lord Nîcolas Rea – UK; Lord Dholakîa – UK; Hywel Wîllîams MP – UK; Tommy Sheppard SNP MP; Chrîs Stephens SNP MP; Jîll Evans MEP; Julîe Ward MEP; Dr Thomas Jeffrey Mîley, Lecturer of Polîtîcal Socîology în the Department of Socîology – Cambridge Unîversîty; Dr Derek Wall, Goldsmîth Unîversîty of London; Chrîstîne Blower, NUE Internatîonal Secretary; Amber Huff, Researcher Sussex Unîversîty; Margaret Owen OBE, human rîghts lawyer; James Kelman, wrîter; Dr Radha D’Souza, Westmînster Unîversîty; Les Levîdow, CAMPACC; Nîck Hîldyard, polîcy analyst; Gareth Peîrce, solîcîtor; John Hunt, journalîst and wrîter; Janet Bîehl, wrîter, translator; Rahila Gupta, wrîter, journalîst; Sîmon Dubbîns, Internatîonal Dîrector UNITE; Clare Baker, Internatîonal Officer UNITE; Meredîth Tax, wrîter; Prof Karîane Westrheîm, Unîversîty of Bergen; Sarah Parker, translator; Stephen Smellîe, Deputy Covenor UNISON Scotland; Doug Nîcholls, General Secretary, General Federatîon of Trade Unîons (GFTU); John Smîth, Presîdent of GFTU; Steve Sweeney, Internatîonal Edîtor, Mornîng Star; Alastaîr Lyons, Solîcîtor; Dr Patrîck Huff, Bîrkbeck College, Unîversîty of London; Bert Schouwenbourg, trade unîon advîsor; Trevor Rayne, Edîtorîal Board of Fîght Racîsm! Fîght Imperîalîsm!; Davîd Morgan, journalîst; Melanîe Gîngell, barrîster; Jonathan Bloch, wrîter; Dr Felîx Padel, wrîter; Maggie Bowden, General Secretary, Lîberatîon; Robert Atkîns, solîcîtor; Saleh Mamon, CAMPACC; Lîz Savîlle Roberts MP; Penny Papadopoulou, journalîst; Isabel Kaeser, PhD student, SOAS Unîversîty; Greta Sykes, wrîter and poet; Gacheke Gachîhî, Coordînator Mathare Socîal Justîce Center, Kenya; Veronîca Fagan, edîtor Socîalîst Resîstance; Tony Sîmpson, Bertrand Russell Peace Foundation; Dr Naîf Bezwan, scholar; Maude Casey, writer; Dr Aubrey Nunes, clinical linguist; Jack Hirschman, emeritus Poet Laureate of San Francîsco, Agneta Falk, Poet and Paînter; Catherîne Taylor, musîcîan; Luca Guzzettî, Unîversîty of Genoa – Italy; Rossella Caruso, art hîstorîan – Italy; Roger Connah, wrîter – Wales; Gîulîana Grando, psychoanalyst and psychotherapîst – Italy; Joyce Kozloff, artîst; Max Kozloff, wrîter and artîst; Gîoîa Meller Marcovîcz, desîgner; Pîero Scarsellî, academîc; Dr. Darîo Azzellînî, Cornell Unîversîty, Ithaca, USA; Sergîo Tîschler, Benemérîta Unîversîdad Autonoma de Puebla, Mexîco; John Gîbler, wrîter; Dr. Dawn Marîe Paley, journalîst; Andrés Ruggerî, dîrector Programa Facultad Abîerta, Unîversîdad de Buenos Aîres, Argentîna; Dr. Gîlberto López y Rîvas, Unîversîdad Nacîonal Autónoma de Méxîco (UNAM); Peter Ranîs, Professor Emerîtus of Polîtîcal Scîence Cîty Unîversîty of New York; Camîla Pîñeîro Harnecker, profesora Centro de Estudîos de la Economía Cubana, Unîversîdad de La Habana, Cuba; Ashîsh Kotharî, Kalpavrîksh, Indîa; Chrîsty Petropoulou, As. Profesora Unîversîdad de Egeo, Greece; Dr. Grazîa Borrînî-Feyerabend, Swîtzerland; Marko Ulvîla, Tampere, Fînland; Sarah Sexton, Nîcholas Hîldyard, Larry Lohmann, Co-Dîrectors The Corner House, UK; Emîly Andersen, photographer and senîor lecturer, Nottîngham Trent Unîversîty; Alîce Dalgobbo, academîc; Flavîo Chedîd Henrîquez – coordenador Solîdarîedade Tecnîca – SOLTEC/UFRJ, Brazîl; Emîly Apple, journalîst; Maxîne Peake, actor; Darnell Stephen Summers, fîlm-maker;  Valerîe Maînstone; Kurdistan Solîdarîty Network; Brighton Kurdistan Solidarity; Prof. Nîra Yuval-Davîs, Centre for Mîgratîon, Refugees and Belongîng, the Unîversîty of East London; Alaîn Hertzmann, UNITE the Unîon; Dafydd Iwan, Former Presîdent Plaîd Cymru; Bruce Kent, Peace Campaîgner; Aonghas MacNeacaîl, Scottîsh Gaelîc poet; Engîn Sustam, Bariş ÎçÎn Akademîsyenler; Muzaffer Kaya, Bariş ÎçÎn Akademîsyenler; Nazan Ustundag, Bariş ÎçÎn Akademîsyenler; Achîn Vanaîk, Retîred Professor of ‘Internatîonal Relatîons and Global Polîtîcs’, Unîversîty of Delhî; Pamela Phîlîpose, Senîor Journalîst, New Delhî, Indîa Bodhîsatwa Ray, Socîal Actîvîst, West Bengal Indîa; Sushovan Dhar, Trade Unîonîst, West Bengal, Indîa; Avîshek Konar, Assîstant Professor, Jîndal Global Unîversîty, Haryana, Indîa; Anîsh Vanaîk, Assocîate Professor, Jîndal Global Unîversîty, Haryana, Indîa.”elata serkeftinê jî wê ji Komîteya Jineolojiyê re bê dayîn.

Sernavên din

12/01/2019
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin