AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku rojnameger di bin şertên giran de dixebitin û got: “Mixabin niha Tirkiye ji bo rojnamegeran welatê herî talûkeye.”
Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê yê berê ku di 28’ê mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin di hefteya 158’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 158 hefteye li kujerên Tahîr Elçî digerin û heta niha di der barê kujer û dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye.
Aydin da zanîn ku ew ê her dem û di her mercî de dê dosyeya lêpirsînê û ji bo kujer bên dîtin û darizandin bibin şopdar. Aydin vê hefteyê bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin kir mijara Kursiyê Mafên Mirova ya Tahîr Elçî û bal kişand ser pirsgirêkên rojnamegeran.
'DI BIN ŞERTÊN GIRAN DE DIXEBITIN’
Aydin behsa şertên rojnamegerên li Tirkiyeyê kir û wiha got: “Mixabin li Tirkiyeyê rojnameger dixwazin bixebitin lê bi astengiyan re hevrû ne. Mixabin hejmara rojnamegerên ji kar hatine derxistine ji hejmara rojnamegerên dixebitin zêdetir bûye. Rojnmeger di bin şertên gelek giran de dixebitin. Baroya Amed her dem li gel rojnamegeran e. Berê jî li gel rojnamegeran bû û dê ji niha şûn ve jî li gel wan be. Çimkî dema rojnameger tune bin mirov nikare behsa mafê nûçe girtinê bike. Em bi rêya rojnamegeran dengê xwe ji raya giştî û cîhanê re radigîhînin.”
'141 ROJNAMEGER DI HEPSÊ DE NE’
Aydin bal kişand ser zehmetiyên rojnamegeran ên li Tirkiyeyê pê re hevrû dimînin û got: “Mixabin niha Tirkiye ji bo rojnamegeran welatê herî talûkeye Ji 141 rojnamegerî zêdetir di hepsê de ne. Her ku diçe ev hejmar zêdetir dibe. Gumanên me zêdetir dike. Ji ber rojnameger nûçeyan çêdikim rastî lêpirsînan tên, doz li wan tê vekirin, cezayê hepsê û pereyan li wan dibirin.”
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.