ENQERE – Welatî Alî Denîz ku 4 meh berê ji bo zewaca kurê xwe salona dahwetê kirê kir, bi hinceta kirêkirina salonê hat binçavkirin. Polîsan di bin çavan de pirsa “Armanca we ya kirêkirina salona dahwetê çiye?" ji Denîz pirsîn.
Polîsan li Enqere di 8'ê Çile de li dijî endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên KESK'ê operasyon pêk anîbûn. Di operasyonê de 23 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin 2 zarokên cêwî yên 10 mehî ku prematur ne, dayika wan Sîhan Aydin Kaya, Hatice Beydilli û Banu Çelik Erdogan piştî hatin binçavkirin di heman rojê de hatin berdan. 20 kesên din jî şevê din li midûriyeta polîsan îfadeya wan hat girtin dê sewqî dozgeriyê bikin.
Polîsan di lêpirsînê de ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin ji Ali Deniz pirsa “Armanca we ya kirêkirina salona dahwetê çiye?" pirsî. Derket holê ku opernasyon di çarçoveya 3 lêpirsînan de pêk hatiye. Hat fêrbûn ku Alî Denîz jî ji ber daweta kurê xwe hatiye binçavkirin. Denîz di 3'ê Îlona 2018'an de ji bo kurê xwe dahwet çêkiribû. Ji bo dahwetê jî salon kirê kiribû. Denîz, anî ziman ku bi hinceta îxbar heye û li salonê muzîkên qedexe hatine strîn hatiye binçavkirin û wiha got: "Polîsan di bin çavan de got muzîkjen pirsîn. Muzîkjen Kerem Çağlar, Veysel Yoğurtçu, Bülent Gumuş, Îzzettin Aydemir û Eyup Emektar jî di operasyonê de hatin binçavkirin. Polîsan pirsa sedema krêkirina salonê ji min pirsî. Îdia kirin ku propaganda PKK/KCK'ê hatiye kirin. Stranên “Dil Dixwaze Here Cenge, Oramar, û strana Yollarında Direndik” a Halît Bilgîc kirin sedema sûc.
Çarçoveya duyemîn jî parvekirinên medya kirin sedem. Bi hinceta parvekirnên medya civakî Erkan Polat, Turan Demir, Fatma Ozişık, Yekta Uzunoglu Sıddık Taşdelen hatin binçavkirin. Ji ber parvekirinên medya civakî xebatkarê HDP'ê yê 60 salî û endamê KOMEDJA ya SWêd (Sendîkaya Rojnamegeran) Erkan Polat jî hat binçavkirin. Pirtûka “Gurbetin Güncesi” û “Rizgarî” kirin sedema sûc.
KJA WEKÎ PERÇEYÊ PKK/KCK'Ê NIRXANDIN
Lêpirsîna sêyemîn jî têkildarî çalakiya li avahiya HDP'ê ya Enqereyê ku 3 jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin bibîr anîn pirsîn. Polisan di lêpirsînê de îdîa kirin ku Tevgera Jinên Azad (TJA) rêxistina dijzagonî ye.
Kesên di operasyonê de hatibûn binçavkirin wiha ne: “Endamê Meclîsa HDP'ê Ali Ozkan, Rêveberê HDP'ê yê Enqereyê Dılbaz Temel, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yenimahalle Nurettin Kemertaş, Rêveberê HDP'ê yê Enqere yê berê Harun Çakmak, Hevseroka HDP'ê ya Yenimahalle ya berê Feride Yardimci, Endama HDP'ê Îlhan Kahraman, Seroka Tumbel Sen'ê Devrim Kahraman, Sekretera Tumbel Senê ya jinê Guler Elveren û Endamê MYK'ê yê KESK'ê Tayfun İşçi.”
20 kesên li midûriyetê îfadeya wan hat girtin dê sewqî dozgeriye bikin