ENQERE - Ji bo veguhastin û kontrolkirina qeydên hilbijêran hefteyek ma. Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tirkiyakî, ji bo kontrolkirina qeydên hilbijêran bang li hemû welatiyan kir.
Ji bo veguhastin û kontrolkirina qeydên hilbijêran ên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an hefteyek ma. Wê qeydên hilbijran di 17'ê Çile saet di 17:00'an de ji dîwarên keyayên taxan bên rakirin. Welatî ji bo kontrolkirina hilbijêriyê dikarin serî li keyayan, navnîşana www.ysk.gov.tr û e-devlet'ê bidin. Piştî dîroka hatiye diyarkirin wê welatî nikaribin serlêdanê bikin.
JI BO WELATIYÊN ASTENGDAR
Her wiha welatiyên astengdar jî dikarin ji malpera YSK'ê û e-devlet'ê qeydên xwe kontrol bikin. Ger wekî astengdar nehatibin qeydkirin divê heta dîroka hatiye diyarkirin qeyda xwe çêbikin. Heta vê dîrokê dikarin ji malpera YSK'ê "Engelli Beyan Formu" dagirin û piştî vê ji bo ji serokatiya desteya hilbijartinê ya navçe û bajar re bê şandin divê serî li keyayan an jî Midûriyeta Giştî ya Kutuka Hilbijêran bidin.
SINDOQA SEYYAR
Her wiha hilbijêrên nikaribin rabin ser xwe û di nav nivînan de ne jî divê heta 17'ê Çile tevî rapora “Engeli Nedeniyle Yatağa Bağımlı Olduğu” an jî “Hastalığı Sebebiyle Yatağa Bağımlı Olduğu” û ji malpera YSK'ê dagirtina “Seyyar Sandık Kurulu Talep Formu” bi rêya keyayan serî li serokatiya desteya hilbijartinê ya navçe û bajar bidin, da karibin li sindoqên seyyar deng bi kar bînin.
‘QEYDÊN XWE KONTROL BIKIN'
Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî bang li hilbijêran kir ku qeydên xwe kontrol bikin û got. "Divê hemû hilbijêr ji malpera YSK'ê qeyda xwe kontrol bikin. Bila yên kesên li heman daîreyê jî kontrol bikin. Çimkî hûn kesên tevî we dengan bi kar tînin jî dibînin. Ger qeyda wan tune be divê heta 17'ê Çileyê serî li midûriyeta nifûsê ya navçeyê bidin û qeyda xwe çêbikin."
Tiryakî, anî ziman ku dengek tenê jî dikare qedera hilbijartinê biguherîne û got: "Dengek tenê jî dikare çarenûsa endamên meclîs û şaredarên bajarekî biguherînin. Loma pir girîng e. Divê herkes li gorî vê tev bigere."
‘LI SER NAVNÎŞANEKÊ 700 KES HATINE QEYDKIRIN'
Tiryakî, bi bîr xist ku veguhastina navnîşanan ên nelirê zêde ne û got: "Me ji bo vê yekê serî li YSK'ê da. Piştî vê serlêdana me, YSK'ê ji bo navnîşanên biguman ferman da hemû desteyên hilbijartinê yên navçeyan. Me tespît kir ku li daîreyekê bi 6 paşnavên cuda qeyda 60 kesî hatiye çêkirin. Heta li Sêrtê 700, 400, 600 kes li ser navnîşanekê hatine qeydkirin. Gotin ew der herêma personelên leşkerî ye, lê dîsa jî me îtiraz kir. Ji bo vê heta niha tiştek nehatiye kirin. Lê em dişopînin."
MA / Berivan Altan