AMED - Li navçeya Rezanê, du kesên xwe wekî polîsan dabûn naskirin, rêya aktivîsta TJA'yê Leyla Daghanê birîbûn. Dogan, giliyê herdu kesên ku sîxurtî lê ferz kirin û gef lê xwarin kir.
Di demên dawî de bia wayekî zêde gef li rêveber û endamên HDP'ê tên xwarin. Li navçeya Rezan a Amedê, Hevseroka HDP'a Rezanê ya berê aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Leyla Daghan jî bi heman tiştî re rû bi rû me û sîxurtî lê hat ferzkirin.
Daghan, anî ziman ku di 9'ê Çielyê de li navçeya Rezanê du kesên xwe wekî polîsan dan anskirin rêya wê birîn û got: "Du zilamên sivîl rêya min birîn. Yekî xwe da pêşiya min û yê din jî bi milê min girt û ez kişandim. Min ji wan pirsî ka kî ne û doza çi dikin. Gotin 'Leyla xanim, em dizanin hûn çi dikin. Em dixwazin bi hev re çayekê vexwin û hinekî sohbet bikin. Em bawer dikin em ê li hev bikin.' Dîsa min ji wan re got ka ew kî ne û min xwest destê min berdin. Ji min re gotin 'Em polîs in, qey te em nas nekirin? Me te binçav kiribû, çawa nayê bîra te?' Min jî got, ez we nas nakim û min xwest nasnameya xwe nîşan bidin. Yekî ji wan nasnameya xwe derxist. Li ser nasnameya wî polîs dinivîsand. Min jî got, ger sohbeteke 10 deqîqeyî be, hûn gazî min bikin û ez ê jî tevî parêzerê xwe bêm emniyetê. Min got 'tu ji bo çi rêya min dibirî û dibêjî 'ez hatime bi te re sohbet bikim? Ya hûn dikin bêhiqûqîtî ye û muameleyeke kêfî ye.'"
'EM Ê TE BINÇAV BIKIN'
Daghan, destnîşan kir ku her ku hilbijartin nêz dibe zext û zoriyên polîsan jî zêde dibin û got: "Armanc, tepisandina jina ye. Lê wê nikaribin bi ser bikevin. Jixwe em dibihîsin di demên dawî de tim sîxurtî li HDP'iyan tê ferzkirin û gef li wan tên xwarin. Niha jî hat serê min. Ji ber min pêşniyara wan a ji bo sohbetê qebûl nekir, gef li min xwarin û gotin 'Em ê careke din jî hevdu bibînin, em ê dîsa te binçav bikin.' Ez jineke aktivîst im û di nav xebatên legal de me."
GILIYÊ WAN KIR
Daghan, destnîşan kir ku di warê ewlehiyê de şik û gumanên wê hene û ger tiştek bê serê wê berpirsiyar herdu polîs in. Daghan, têkildarî vê yekê serî li Şaxa ÎHD'a Amedê da û li Dozgeriya Komarê ya Amedê giliyê herdu polîsan kir.